Bi sedan welatî ji bo biçin Pirsûsê li ber avahiya DBP'a Amedê kom bûn
Bi sedan welatî ji bo biçin Pirsûsê li ber avahiya DBP'a Amedê kom bûn
Bi sedan welatî ji bo biçin Pirsûsê li ber avahiya DBP'a Amedê kom bûn
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hember gelê Kobanê zêde bûn, bi hezaran Amedî ji bo biçin sînorê Pirsûs û Kobanê li ber avahiya DBP'ê ya Amedê kom bûn.
Bi hezaran welatiyên Amedê bi boneya biçin ser sînorê Kobanê û Pirsûsê û piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê li ber avahiya DBP'ê ya Amedê kom bûn. Berxwedana Kobanê di roja 22'an de bi hemû zindibûn û bêhempaya xwe li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê berdewam dike. Girse piştî demek şûnde dê bi maşîneyan bimeşin Pirsûsa Rihayê.