Bi hezaran şervanê YPG’ê Ekrem Hisam spartin axê

Bi hezaran şervanê YPG’ê Ekrem Hisam spartin axê

Bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê şervanê YPG’ê Ekrem Hisam hildan ser milê xwe û li goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.

Şervanê YPG’ê Ekrem Hisam 18’ê Cotmeha 2014’an li ser rêya Tirbespiyê û Qamişlo di encama qezaya trafîkê de jiyana xwe li dest da.

Şervanê YPG’ê Ekrem Hisam li ber deriyê mizgefta Taxa Enterê bi hezaran kesî cenaze hildan ser milê xwe heya goristana Şehîd Delîl Sarûxan meşiyan. Bênavber dirûşmayên “Şehîd namirin”, hatin gotin.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Farûq Receb axivî û wiha got: “Em li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan sersaxî ji malbatê re dixwazin, em soz didin heya dilopa xwîna xwe ya dawî li ser rêya şehîdan bimeşin.”

Li ser navê TEV-DEM Beşîra Ehmet bal kişand ser berxwedaniya gelê Kurd a ku îro li her çar parçeyê Kurdistanê, taybet jî şervanên YPG/YPJ’ê zêdetirî mehekê li Kobanê li ber xwe didin, şervanên YPG/YPJ’ê û gelê Kobanê bi xwîna xwe her roj destanan dinivîsîn, şerê Kobanê pêşeroja Kurdistanê û Rojhilata Navîn wê diyar bike. Heya şervanên mîna Ekrem Hisam ji bo vî welatî canê xwe bidin wê ev şoreşa ku bi xwînê hatiye avdan qet nekeve û ranaweste.”

Piştre keça şervanê YPG’ê Ekrem Hisam sersaxî despêkê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevayî gelê Kurd ê şeref û namûs re xwest. Helbestek li ser bavê xwe got û deqeyên hestyar da çêkirin.

Bawernama şervanê YPG’ê Ekrem Hisam ji aliyê keça wî Şînda Ekrem ve hate xwendin. Şînda Ekrem soz da di rêya bavê xwe û tevahî şehîdan de bimeşe û got, "Heta dolapek xwîna min heye ez ê şopdarê rêya PKK’ê bim."

Endamê Desteya Niştîmanî ya Ereb Mihemed Meyan sersaxî ji malbatê re xwest. Îro em bi saya şervanên YPG’ê û YPJ’ê dijîn, ew in parêzvanê mirovahî û demokrasiya rast. Ger îro ne ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û YPG’ê bûya wê rewşa me ji destê çeteyên DAIŞ’ê mîna ya Mûsil bûya.

Pişte cenazeyê şervanê YPG’ê Ekrem Hisam ji aliyê keça wî û hevjîna wî ve bi destên xwe spartin axê.

Bi dirûşmaya, “Şehîd namirîn” merasîm bi dawî bûn.

Hêjayê gotinê ye bernameya merasîmê ji aliyê keça şervanê YPG’ê Ekrem Hisam a bi navê Şînda û keça wî ya biçûk ve hate rêvebirin.

Nasnameya şervanê YPG’ê wiha ye:

Nav û paşnav: Ekrem Hisam

Navê dayikê: Cewahir

Navê bav: Ehmed

Dîrok û cihê dayikbûnê: Qamişlo-Enteriyê 1962

Dîroka tevlîbûnê: 2012

Dîrok û cihê şehadetê: Ser rêya Tirbespî û Qamişlo-18-19-2014