Bi hezaran li sînorê Kobanê nimêja cejnê kirin
Bi hezaran li sînorê Kobanê nimêja cejnê kirin
Bi hezaran li sînorê Kobanê nimêja cejnê kirin
Bi hezaran kesên li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê herikîn Cejna Berxwedanê di saetên serê sibê de nimêja cejnê li sînorê Kobanê kirin.
Berxwedana gelê Bakur a ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên ser kantona Kobanê ya Rojava û xwedîderketina li berxwedana Kobanê çalakiya wan a li ser sînor didome. Bi hezaran kesên ji bo Cejna Qurbanê li sînor derbas bikin hatin herêmê, piştî şeva xwe li herêmê derbas kirin di saetên serê sibê de nimêja cejnê li sînor kirin. Li gundê Etmanîk berê xwe dan Kobanê û nimêja cejnê kirin.
Çalakvanên li gundê Etmanîk ê dikeve pêşberî Kobanê ya ku heya saetên sibê şer û pevçûnan lê dewam kir, li gel tîrêjên rojê yên destpêkê şekirên li gel xwe anîbûn li hev du belav kirin û cejn pîroz kirin.
Gelê li ser banga berxwedana cejnê ya KCK’ê şeva xwe li ser sînorê Kobanê derbas kirin û tevayê şevê şer û pevçûnên li herêmê temaşe kirin, beşek ji wan di saetên serê sibê de herikîn mizgeftên li nêzî herêmê û gelek jî li cihê lê ne nimêja cejnê kirin.
Di xûtbeyên li mizgeftên herêmê yên ji bo cejnê hatin dayîn de êrîş û zilma DAIŞ hat şermezarkirin û ji bo serkeftina YPG/YPJ’ê dua kirin. Dîsa di saetên şevê de ji ber sarbûna hewayê çalakvanan agir dadan û li dorê kom bûn.
Jinên ku tevaya şevê li sînor derbas kirin, dua xwendin. Ciwanan jî li ser xeta sînor xebatên ewlehiyê şevê din zêde kirin. Li derdorê Kobanê jî ku çavên her kesî lê bû heya saetên sibê şer û pevçûnan bi dijwarî dewam kirin. Çeteyên DAIŞ ên bi şev derbeyên giran xwarin di saetên sibê de dîsa herêmên derdora Kobanê dan ber top û hewanan.
Hat zanîn wê îro hin wezîr jî bên herêmê ji bo wê li herêmê xebatên ewlehiyê hatin zêdekirin.