Bi hezaran kesan şervanên YPJ'ê spartên axê
Bi hezaran kesan şervanên YPJ'ê spartên axê
Bi hezaran kesan şervanên YPJ'ê spartên axê
Şervanên YPJ’ê Perwîn Dîhap û Perwîn Mistefa yên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan li Pirsûsê hatin definkirin. Birayê Dîhap, Kemal Dîhap ê ku di merasîmê de axivî wiha got: “Me îro xwişka min spart dilê Kurdistanê û gelê Kurd. Şehîdên me bêmirin in.”
Şervanên YPJ’ê Perwîn Dîhap û Perwîn Mustefa (Fatma Mehmud) ên li Kobanê di pevçûna navbera hêzên YPG û YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan bi merasîmeke girseyî hatin definkirin. Cenazeyên YPJ’iyan li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê bi girseyî hatin wergirtin. Malbata Dîhap a YPJ’î û rêveberên DBP’ê, welatiyên Kobanê yên li konbajaran dimînin, rêveberên kantona Kobanê û welatiyên li sînor nobeta berxwedanê digirin tevlî merasîma cenazayan bûn. Cenazeyên YPJ’iyan ji aliyê jinan ve hatin hilgirtin û girse wir ber bi goristanê ve derket rê. Di meşê de posterên YPJ’iyan hatin vekirin û bênavber dirûşmên “Şehîd namirin” “YPG-YPJ dimeşe erd û ezman diheje” berz kirin.
KOBANÊ WÊ TU CARAN NEKEVE
Dayikeke ku du zarokên xwe di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de winda kiriye tevlî merasîmê bû û wiha got: “Îro şervanên me yên qehreman li Kobanê ne. Ew ê heta dilopa dawî ya xwîna xwe ji bo azadiyê şer bikin. Kobanê wê tu caran nekeve.”
Piştî girse gihişt goristanê nimêja cenaza hate kirin û her du cenaze bi dirûşman li cem YPG û YPJ’iyên din hatin definkirin.
EM SERBILIND IN
Piştî cenaze hatin definkirin rêz hate girtin û rêveberê MEYADER’ê ya Amedê Medenî Aktar axivî. Aktar got ku berxwedana Kobanê berxwedana hebûnê ye divê hemû kes xwedî lê derkeve. Piştre dayika Dîhap, Fatma Dîhap axivî û got ku keça wê tenê ne ya wê ya keça gelê Kurd e û ji bo gelê Kurd sersaxî xwest. Dîhap anî ziman ku keça wê bûye bûka Kurdistanê û wiha got: “Ez ê dijminan kêfxweş nekim, ez ê nigirim. Perwîna min di rêya rûmet de jiyana xwe ji dest da. Em ê serê xwe netewînin. Li hemberî wê em serbilind in.”
Piştre birayê Dîhap, Kemal Dîhap axivî û wiha got: “Bila serê gelê Kurd û Rêber Apo sax be. Me îro xwişka min spart dilê Kurdistanê û dilê gelê Kurd. Şehîdên me bêmirin in.”
Piştî axaftinan merasîma cenaze bi dawî bû.