Bi hezaran kes li Londonê ji bo Kobanê meşiyan

Bi hezaran kes li Londonê ji bo Kobanê meşiyan

Çalakiyên piştevaniya Kobanê ku zêdeyî du hefte ne li Îngilîstanê tên lidarxistin, duh li navenda Londonê dewam kir. Greva birçîbûnê ya şeş roj in li ber Serokwezaretiyê dihat lidarxistin, bi meşeke bi beşdariya hezaran kesî bi dawî bû.

Mîna gelek navendên cîhanê, li paytexta Îngilîstan Londonê jî çalakiyên piştevaniya berxwedana Kobanê dewam dike. Greva birçîbûnê ya li ber avahiya Serokwezaretiyê ku ev 6 roj in dihat ldiarxistin, bi meşeke bi beşdariya hezaran kesî bi dawî bû. Zêdeyî 2 hezar Kurdistanî û dostên wan ên li ber avahiya Serokwezaretiyê hatin cem hev, di bin baranê de mîtîngek lidar xistin. Çalakî ji aliyê Meclîsa Gel a Kurdên li Brîtanyayê ve hat organîzekirin û gelek pêkhateyên Platforma Yekîtiya Hêza Demokratîk ên weke Cemxane, Day-Mer, Gîk-Der amade bûn.

Di mîtîngê de nûnerên Platforma Yekîtiya Hêza Demokratîk, Meclîsa Gel a Kurdên li Brîtanyayê û PYD'ê axaftin kirin. Di axaftinan de bal hat kişandin ser berxwedana bi heybet a 20 roj in tê nîşandan û bang li her kesên alîgirên mirovahiyê hat kirin ku piştgiriyê bidin Kobanê.

Di çalakiyê de, hovîtiya DAIŞ'ê bi dowîz, afîş û qîrîna dirûşmeyan hat şermezarkirin. Li dû axaftinan bi hezaran kesî xaçerêya Trafalgar Square demekê li çûn û hatinê girtin. Piştî çalakiya girtina rê ya demekê dewam kir, girseya gel li Trafalgar Square civiya. Li gel baranê jî çalakî li Trafalgar Square bi axaftinan dewam kir.

Ji gelek miletên cuda mirov tevlî çalakiyê bûn û di çalakiyê de bi hezaran belavok hatin belavkirin.

LI SHEFFIELD'Ê SÊ KURD HATIN BINÇAVKIRIN

Çalakiyên piştevaniya Kobanê li bajarên Qraliyeta Yekbûyî yên weke Brighton, Sheffield, Edinburgh, Glasgow, Newcastle dewam kirin. Di çalakiya li Sheffield de 3 çalakger bi hinceta ala PKK'ê hildan e, hatin binçavkirin.