Bi hezaran kes di nimêja înê de ref girêdan

Bi hezaran kes di nimêja înê de ref girêdan

Li gelek bajar û navçeyên herêm bi hezaran welatiyan di nimêja înê de rêz girtin. Di weazên nimêjê de wiha hate gotin: "Kî ji bo aştî û aramiyê gavê bavêje em dê ji wî re 10 gavan bavêjin. Gelê me tu caran alîgirê xwîn û şer nebûn. Lê dema înkar û îmhaya gelê me jî pêk hat, dizane li ber xwe bide."

Li Wanê li înşata otoparqa Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê, Colemêrgê li avahiya BDP'ê, Milezgirê li avahiya BDP'ê, Amedê li Suka Binerde ya Selahattîn Eyyubî ya li Qada Derê Çiyê, Bîsmîlê li Parqa Halîl Îbrahîm Oruç, Farqînê li Mala Şînê, Cizîrê li Parqa Şaredariya Cizîrê, Sîlopî li qada vala ya li ber avahiya BDP'ê ya Sîlopiyê, Hezex li Mala Gel a Şaredariya Hezexê ya li Parqa Aştiyê, Sêrtê li avahiya BDP'ê, Misirc li avahiya BDP'ê, Nisêbînê li Parqa 100. Yilê ya li cem Navenda Çandê ya Mîtannî, Serêkaniyê li avahiya BDP'ê û li Êlihê li hewşa Şaredariyê bi tevlîbûna hezaran kes pêk hat. Di nimêjan de bi kurdî weaz hatin dayîn. Di weazan de ji pêvajoya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin piştgirî hate dayîn bal kişadin ser "Konferansa Çareserî û Yekîtiya Bakurê Kurdistanê" ya ku sibê li Amedê pêk tê. Melayan di weazên xwe de diyar kirin ku vekîşan gerîlayên HPG’ê didome lê li ser riya gerîlayên HGP'ê  kemînên tên danîn. Melayan bertek nîşanî çêkirina qereqol û zêdekirina cerdevanan da. Di weazan de melayan bal kişand ser kampanyaya li hemberî fuhuş û bikaranîna tiryakê hate destpêkirin û wiha gotin: "Heke em bi hev re li hemberî van bûyeran têkoşînê bikin em dikarin ciwanên xwe yên bi destê dewletê di nav vê qêriyê de derbixin. Kî ji bo aştî û aramiyê gavekê bavêje em dê ji wî re deh gavan bêavêjin. Gelê me tu caran alîgirê xwîn û şer nebûn. Lê dema înkar û îmhaya gelê me jî pêk hat dizane berxwe bide."