Bi hezaran ji Amedê ber bi Amarayê ve bi rê ketin
Bi hezaran ji Amedê ber bi Amarayê ve bi rê ketin
Bi hezaran ji Amedê ber bi Amarayê ve bi rê ketin
Li Bakûrê Kurdistanê bi hezaran kes ji 7 heta 70 salî ji bo tevlî Meşa Amarayê ya bi boneya 64’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bibin, ber bi cihê Ocalan lê ji dayik bûye ve bi rê ketin.
Çalakiya bi dirûşima “Ji Rêbertiyê re Azadî, ji Kurdistanê re Statu” ku bi boneya 64’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, dê îro li Qada Mihrîcanê ya navçeya Xelfetî ya Rihayê dest pê bike.
Ji niha ve bi hezaran kes ji gelek bajarên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê berê xwe dan Rihayê.
Li gelek cihên Amedê yên ku hatibûn diyarkirin û li ber avahiya BDP’ê ya Amedê bi hezaran kesên ku dê biçin Xelfetiyê li hev civiyan. Rêveberên BDP’ya Amedê, rêveberên BDP’ê, Seroka MEYADER’ê Şaxê Amedê Leyla Ayaz û gelek kesên din li qada Ava Petrolê hatin cem hev.,
Bi hezaran kes li vir bi erbane û sîrodan govendê digerînin. Girseya ku piraniya wan kincên herêmî li xwe kirine bê navber dirûşimên “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” û bi coşeke mezin bi rê dikeve.
Bi hezaran kesên dê li Xelfetiyê kom bibin û çalakî li dar bixin, lê şev li vir bimînin û roja 4’ê Nîsanê jî berê xwe bidin gundê Amara yê ku Ocalan lê ji dayik bû ye û mezin bûye û dê li wir şitil biçînin.
Hevserokên Giştî yên KCD’ê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk, Hevserokên Giştî yên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş jî dê tevil bibin. Her wiha dê 64 hunermend 64 stran ji bo Ocalan bistirin.
Konsera ji aliyê Li Herderê Hûner (HYS) ve tê organîzekirin jî di çarçoveya bernameya pîrozbahiyên rojbûna 64'emîn de dê hûnermendên NÇM'ê 64 stranan bêjin. Dê sînevizyon jî bê pêşandan. Dê 300 kes ewlehiyê pêk bînin û şevê dê fişekên hewayî bên avêtin. Dê gelek pankrat li qadê bên daliqandin, li qadê amûrên hewcehiyê bên avkirin.
Di 4'ê Nîsanê de serê sibê bi tevlîbûna welatiyên ji her bajara hatin heyeta ji hezar kesan pêk tê biçin gundê Amarayê yê Ocalan lê ji dayîk bû û rojbûna wî pîroz bikin. Kesên diçin gund dê şitilên bi xwe re dibin biçînin. Piştî vegera heyetê dê bername bi dawî bibe.