Bi hezaran diherikin Amarayê
Bi hezaran diherikin Amarayê
Bi hezaran diherikin Amarayê
Pîrozbahiyên rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi beşdariya bi hezaran kesên ji her çar parçeyên Kurdistanê berdewam dikin. Ji şevê din ve bi hezaran kes hatin serdana gundê Amarayê yê ku Ocalan lê ji dayik bûye.
Gelê Kurd ku roja 4’ê Nîsanê roja rojbûn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke roja “ji nû ve jidayikbûnê” bi nav dike, di salvegera 64’emîn de pîrozbahiyên bihebet yên bi dirûşima “Ji Rêbertiyê Azadî, ji Kurdistanê re Statu” li dar dar dixin. Bi vê boneyê bi dehhezaran li navçeya Xelfetî ya Rihayê kom bûn û bi çalakiy n cûda rojbûna Ocalan pîroz kirin.
Meşa Amarayê ku 9 sal in bi boneya balê bikişînin ser rewşa Ocalan a tendurîstî û tecrîdê, îro serê sibê dest pê kir. Li gel hilatina rojê bi hezaran kes bi awayê karwanekê berê xwe dan Amearyê û wêneyên Ocalan bi mala wî ve hatin kirin û textê wî yê razanê jî li ser ban hate nîşandan.
Ji ber ku kapasîteya gund têra bi dehhezaran mirovan nake, komeke bi awayeke temsîlî hate gundê Amarayê. Bi hevkariya zarokan pasteyê ji bo rojbûna Ocalan hate birîn. Dê çalakgerên Tevgera Jinên Demokrat û Azad (DOKH) li gund ji bo rojbûna Ocalan daran biçînin.
Bi hezaran kes li derdora agir govend gerandin û çalakiyên li navçeya Xelfetiyê jî didomin.