Bi hezaran di Îna Sivîl de ref girêdan
Bi hezaran di Îna Sivîl de ref girêdan
Bi hezaran di Îna Sivîl de ref girêdan
Li Wan, Colemêrg, Sêrt, Êlih, Farqîn, Bîsmîl, Amed, Qoser, Nisêbîn, Misirc, Cizîr, Sîlop û Hezexê bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin.
Li Amedê li Suka Binerde ya Selehdînê Eyyubî ya li Qada Derê Çiyê, li Farqînê li Mala Şînê ya Navendenî, li Sêrtê li qata bi ser avahiya BDP'ê ya Sêrtê, li Şirnexê li konê li ber avahiya BDP'ê ya Şirnexê hate vedan, li Sîlopî li qada vala ya li ber avahiya BDP'ê ya Sîlopiyê, li Cizîrê li Mala Şînê ya Gel a Şaredariyê ya li taxa Cudî, li Hezexê li Parka Aştiyê, li Êlihê li baxçeyê çayê yê Şaredariyê, li Nisêbînê li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtannî, li Qoserê lli Mala Gel a Şeyh Davut Yalçinkaya,li Wanê li înşata Otoparqa Şaredariya Wanê, li Colemêrgê li otoparqa li ber avahiya BDP'ê ya Colemêrgê û Misircê li avahiya BDP'ê bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin.
Di nimêjan de melayan bi kurdî weaz dan û bal kişandin ser pêvajoya piştî hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatin kirin dest pê kir û wiha hate gotin: "Zêdetirê 40 sal in şerekî dijwar ji aliyê hêzên desthilatdar ve tê meşandin heye. Ji bo ev şer bi dawî bibe pêvajoya hate destpêkirin. Divê hemû kes berpirsiyariya xwe ya vê pêvajoyê bi cih bînin û xwe weke berpirsiyar hîs bikin."
Melayan bal kişand ser rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û anîn ziman ku divê hemû kurd wê rojê pîroz bikin.
Li Êlihê di nimêja înê de Alî Çakici û Salîh Aker ên dema diçûn Amarayê di rê de qezaya tirafîkê de jiyana xwe ji dest dan bîranîn û sersaxî li malbatên wan dan.
Piştî weazan bi hezaran welatiyan nimêjên înê kirin.