Bi dehhezaran li Xelfetiyê kom dibin
Bi dehhezaran li Xelfetiyê kom dibin
Bi dehhezaran li Xelfetiyê kom dibin
Li Xelfetiyê bi deh hezaran kes bi minasebeta pîrozbahiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin cem hev. Welatiyên bi kincên gelerî tevlî pîrozbahiyê bûn qada pîrozbahiyê vegerandin deryaya rengan û herîkîna qadê berdewam dike.
Pîrozbahiyên di çarçoveya bernameya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navenda navçeya Xelfetiyê ya Rihayê şevê din dest pê kirin û berdewam dikin. Piştî welatiyên ji Botanê hatin gihiştin qadê coş zêde bûn.
Herikîna welatiyan şevê din saet di 24.00'an de dest pê kir û berdewam dike. Gelê Botanê bi otobusan hatin Xelfetiyê bi pankrata "Bi ruhê berxwedana Botanê em rojbûna Rêber Apo pîroz dikin" ber bi qadê ve dest bi meşê kirin.
Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK û PKK'ê hatin hligirtin û sloganên "Bijî Serok Apo", "Bi can bi xwîn em te re ne ey Serok" û "Rojbûna te pîroz be ey Serok" qêriyan. Welatiyên ketin qadê alên PKK û KCK'ê hilgirtin û li avahiyên nêzî qadê ji postên mezin ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Konfederalîzma Demokratîk û PKK'ê hatin daliqandin. Welatiyên ji bajarên Botanê hatin qadê ji aliyê welatiyan ve bi çepik, tilîlî û sloganan hatin pêşwazîkirin.
Li ser dika duh li qada mîhrîcanê hate danîn pankartên "Rizgariya demokratîk, jiyana azad" û "Çareseriya demokratîk bi Rêberê Apo re azadî" hatin daliqandin, li aliyê rastê yê dikê wêneyê ji pêşengên PKK'ê Mahsum Korkmaz (Egîd) li aliyê çepê jî ji damezrênerên PKK'ê Sakîne Cansiz a ku li Parîsê hatibû qetilkirin hatin daliqandin. Li ser dikê jî nepoxên li ser nivîsa "Rojbûna te pîroz be Apo" hatin daliqandin. Li qada mihîrcanê bi deh hezaran kes hatin cem hev û pîrozbahî bi coş berdewam dike.
Polîs jî tedbîrên ewlehiyê yên berfireh digirin. Gelek polîsên ji bajar û navçeyên derdorê hatin li baxçeyê dibistana nêzî qadê û derketina Xelfetiyê tên bicihkirin. Bi ser girseyê re helîkopterên leşkerî difirin.
Herîkîna welatiyan ên ji derveyî bajar tên berdewam dike.