Bi dehhezaran kesên ber bi sînor ve meşiyan di nobetê de ne

Bi dehhezaran kesên ber bi sînor ve meşiyan di nobetê de ne

Bi dehhezaran kesên li hember talûkeya komkujiyeke li Kobanê ber bi sînor ve meşiyan, li tevahiya sînor li gundan belav bûn û dest bi nobetê kirin.

Li Kobanê piştî şerê bajêr destpê kir û agahiyên ku sivîl bi komkujiyê re rû bi rû ne bi dehhezaran kes ji Pirsûs û gundên derdorê ber bi gundê Etmanîk herikîn.

Her diçe hejmara girseya ber bi sînor ve dimeşe ku zêde dibe welatî derbasî gundê Alîzêr, Qop, Bedhê, Dewşen, Etmanîk, Boydê ve Siwêdê bûn. Serokê DBP’ê yê navçeyê Îsmaîl Kaplan ê xîtabî gel kir  ji bo biryara sibe bê dayîn bipên bang li gel kir.

Li gundan ku nobeta berxwedanê didome, li gundê Etmanîk leşkerân bi bombeyên gazê êrîşî gel kir. leşker paşê ji gund veqetiyan.