Bi dehan penaberên Afgan li kolanên Parîsê dijîn

Tevî ku hejmara penaberên hatin Ewropayê qat bi qat zêde bû jî, hejmara penaberên xwe gihandin Fransayê, li gorî sala bihurî di asteke gelekî biçûk de zêde bû.

Tevî ku hejmara penaberên hatin Ewropayê qat bi qat zêde bû jî, hejmara penaberên xwe gihandin Fransayê, li gorî par di asteke gelekî biçûk de zêde bû. Tevî vê yekê jî, nêzîkatiyên ne adîl ên li serlêdanan û çaresernekirina pirsgirêkan, gelek penaber ji neçarî hewl didin li kolanan bijîn.

Li herêma Calaîs a Fransayê, drama bi hezaran penaberên ji bo biçin Îngilîstanê li qada daristanî dijîn, dewam dike. Li paytext Parîsê jî bi dehan penaber li nava kolanên bajêr radizên. Bi dehan penaberên Afgan ên bi rojane li Meydana Raoûl-Follereaû man, ji roja Şemiyê û vir ve li Meydana Repûblîqûe hewl didin bijîn.

Piraniya penaberên ji herêmên di bin serdestiya Talîban û çeteyên DAIŞ'ê de ne tên, mafê rûniştinê ji wan re nayê dayîn. Penaberên Afgan ji bo şermezarkirina vê yekê, li qada peykerê Marîanne lê ye radizên. Mirovên li derdorê jî destekê didin penaberan.

Tê zanîn ku li gelemperiya Fransayê pirsgirêka stargehê ya penaberan heye. Par bi qasî 65 hezar penaber hatibûn Fransayê. Tê payîn ku heta sersalê ev hejmar herî zêde bibe 75 hezar. Dema armanca welatên mîna Elmanya û Swêdê ya ji bo qebûlkirina bi sed hezaran penaberan bê nirxandin, tê dîtin ku rayedarên Fransayê bi feraseta "bêzarkirina penaberan" tevdigerin.