Bi 10 hezaran dimeşin Amara
Bi 10 hezaran dimeşin Amara
Bi 10 hezaran dimeşin Amara
Li Amed, Sêrt, Bismil, Nisêbîn, Qoser, Êlih, Dêrik, Hatay, Gurgum, Osmaniye û Mêrsinê bi 10 hezaran kes ji bo 64'emîn Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 4'ê Nîsanê ber bi Xalfetiyê ve bi rê ketin. Di nava rêwiyan de jin bi cil û berên xwe yên rengîn bala her kesî kişandin ser xwe.
AMED
Ji Amede bi hezaran kes bi şîara "Ji bo Çareseriya Demokatîk Ji Ocalan re azadî" ji bo 4'ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin ber bi Xalfetiyê ve birê ketin. Serê sibê ji 4 navendan ên Amedê bi hezaran kesên ku li ber avahiyên BDP'ê kom bûn, li Tesîsa Ava Petrolê kom bûn. Welatiyên bi karwanê mezin ku ji gelek otobus, dolmîş û maşineyên taybet pêk dihat kom bûn, silogana "Rojbûna te piroz be ey serok Apo" berz kirin. Jinên ku tev li meşê bûn bi cilên xwe yên rengîn û rengên kesk, sor û zer Riya Rihayê kirin baxçeyê rengan. Maşîneyên polisan ên zirxî ku li ser Riha Rihayê rawestiya bûn jî plakeyên maşîneyan yek bi yek nivîsandin. Karwanê ku ji sedan maşîne pêk dihat piştî li Petrolê gihiştin hev ber bi Rihayê ve birê ketin.
BISMIL
Li navçeya Bismila Amedê jî bi be hezaran kesên ku ji bo tev li Meşa Amara bibe ber bi Xalfetiyê ve bi rê ketin. Bi hezaran kesên ku serê sibê li ber avahiya BDP'a Bismilê kom bûn, bi karwanê ji 50 maşîneyan pêk tê bi silogana "Biji Serok Apo", "Roj bûna te pîroz be ey serok Apo" ber bi Xalfetiyê ve bi rê ketin.
SÊRT
Li Sêrtê jî bi heman armancê bi sedan kesên ku li hev kom bûn, ji bo tev li Meşa Amara bibin ber bi Xalfetiya Rihayê ve bi rê ketin. Welatiyên ku li ser Riha Dihê qada Newrozê li hev kom bûn, bi 7 otobusan ber bi Xalftiyê ve bi rê ketin. Ji Misirc û Dihê jî 4 otobus bi rê ketin.
NISÊBÎN
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê jî bi heman armancê bi sedan welatî ber bi Xalfetiyê ve bi rê ketin. Bi sedan welatiyên ku li ber avahiya BDP'ê ya Nisêbînê kom bûn bi tevlêbûna nûnerên DOKH, MEYADER, KURDİ-DER, BDP'ê û Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê ber bi Xalfetiyê bi rê ketin.
Li aliyê din şevê din Rêxistina BDP'ê ya Nisêbînê li Navenda Çandê ya Mîtannî pîrozbahî pêk anî. Di pîrozbahiyê de rêveberên BDP'ê, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, DOKH, KURDÎ-DER û MEYADER'ê jî di navbe bi sedan kes amade bûn. Li salonê pankarta "Heta Rêber Apo azad bibe dê têkoşîn û serhildana me bidome" vekirin. Piştî axaftinê Rêveberên BDP'ê, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, û endamên Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê pastayê rojbûna Ocalan jê kirin. Piştî jêkirinia pasta "Biji serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" berz kirin. Pîrozbahiyê heta derengê şevê berdawam kir û bi fîşekên hewayî bi dawî bûn.
QOSER
Li navçeya Qoserê jî bi sedan kes li qada Azadiyê kom bûn û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin ber bi Xalfetiyê ve bi rê kitin. Karwana ku ji 40 dolmîşan pêk dihat bi siloganan ber ketin rêya Rihayê.
Şevê din jî li heman Qadê ji bo pîrozbahiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şahî hat lidarxistin. Bi sedan kes tev li şahiyê bûn û li ber def û zurneyan bê navber siloganên "Bijî Serok Apo", "Roj bûna te pîroz be ey Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin. Aktîvîstêin DOKH'ê, rêveberên BDP'ê û gelek kesên din tev li pirozbahiyê bûn û pasta jêkirin. Pîrozbahiyê heta derengê şevê berdewam kir.
DÊRIK
Li navçeya Dêrika Mêrdînê jî Rêxistina BDP'a Dêrikê bi heman armancê li Qada Cevizpinarê şahiyek pêk anî. Di şahiyê de wekîlê Şaredara Dêrikê Dogan Ozbahçecî, Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê, delegeyên KCD'ê, MEYADER û rêveberên BDP'ê Amadeb bûn. Di pîrozbahiyê de siloganên "Rojbûna Te Pîroz Be Ey Serokê Min" û "Bijî Serok Apo" berz kirin.
ÊLIH
Rêxistina BDP'a Êlihê jî bi heman armancê bi hezaran welatî bi 100 maşîneyan bi karwanekî mezin ber bi Xalfetiyê ve bi rê ketin. Karwana ku li ber Sipan Petrolê kom bûn, li gel endam û rêveberên MEYADER, BDP û Înîsiyatifa Dayikên Aştiyê bi siloganên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Ey Serok rojbûna te pîroz be" ketin rê. Jinan wêneyên Ocalan bilind kirin û azadiya Ocalan xwestin. Ji navçeyên Hezo, Sason, Bişêrî, Kerçews û Heskîfê jî gelek maşîne ber bi Xalfetiyê ve bi rê ketin.
EDENE
Li Edene, Mêrsîn, Hatay, Osmaniyejî bi heman armancê bi sedan maşîne karwanek çêkir û ber bi Amarayê ve bi rê ketin. Welaityên ku serê sibê saet 06.00-07-00'an de li ber avahiya BDP'e ya Edeneyê kom bûn, dê bi tevlêbûna 150 maşîne û 20 otobusan karwanê xwe bi rê bikin.
HATAY
Rêxistina BDP'ê ya Hatayê jî bi heman armancê ji Hatay, Erzin, Dortyol û Îskenderunê bi maşîneyên xwe yên taybet û 3 otobusan ber bi Xalfetiyê ve bi rê ketin.
GURGUM
Li navçeyên Pazarcik û Elbistanê yên Gurgumê jî bi heman armancê gelek maşîne ji bo Meşa Amara ber bi Xalfetiyê ve bi rê ketin.
OSMANİYE
Rêxistina BDP'ê ya Osmaniyeyê jî bi heman armancê amadekariyên xwe temam kirin û li benda konvoya Edene û Hatayê ye û dê bi gelek maşineya tev li karwanê bibe û biçin Rihayê.
MÊRSÎN
Serê sibê bi sedan kesên ku li ber avahiyên BDP'a Akdeniz, Toroslar, Yenişehir yên Mêrsînê kom bûn bi silogana "Rojbûna te piroz be" bi 22 otobusan maşîneyên taybet ber bi Amara ve bi rê ketin.