Berxwedana li Kobanê dewam dike

Berxwedana li Kobanê dewam dike

Li Kobanê, tevî êrîşên DAIŞ'ê yên bi çekên giran berxwedan di roja 20. de dewam dike. Îşev jî li rojhilat û başûrê bajêr pevçûnên dijwar qewimîn û bi dehan çete hatin kuştin. Li Kobanê, ji destpêka berxwedanê û vir ve, bombebarana herî berfireh duh bi şev hat kirin.

Li Kobanê, di navbera çeteyên DAIŞ'ê û gerîlayên YPG/YPJ de duh bi şev pevçûnên dijwar qewimîn. Şer bi taybetî li eniyên rojhilat û başûrê bajêr tevahiya şevê dewam kir. Herî zêde jî li Girê Miştenûr û derdora wê şer giran bû.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, çeteyên DAIŞ'ê tevahiya şevê bi çekên giran, tank û topan êrîş kirin. Di encama bersiva tund a gerîlayên YPG/YPJ'ê de tê gotin ku bi dehan çete hatine kuştin.

Hevserokê Kantona Kobane Enwer Muslim li ser şerê duh bi şev de agahî da û diyar kir ku li her sê eniyan, danê êvarê pevçûnên dijwar qewimîne û şer di her kêliyê de giran bûye.

Li gel pevçûnên li eniyên başûr û rojhilat, gerîlayên YPG/YPJ li eniya rojava jî di nava çalakiyan de bûn. Li gundê Siftekê yê li vê eniyê, depoyeke cebilxaneyên çeteyên DAIŞ'ê tê de bû, ji aliyê gerîlayan ve hat tinekirin.

Hat ragihandin ku di şerê li vir de hejmareke zêde çete hatine kuştin.

HÊZÊN KOALÎSYONÊ BOMBE KIRIN

Li aliyê din, koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê duh bi şev li dijî kozikên DIŞ'ê yên li derdora Kobanê bombebarana hewayî kir.

Balafirên ku êrîşa destpêkê li gorî dema herêmê saet di 02.05'an de li eniya başûr kirin, saet di 03.30 de li eniyên rojhilat û başûr şeş caran bombe barandin. Der barê encamên bombebaranê de agahiyeke zelal bi dest nehat xistin.

Li dû bombebaranê pevçûn ji bo demekê sekinînin, lê ber destê sibehê dîsa destpê kirin.

Der barê encamên pevçûnan de, tê dayîn ku Navenda Ragihandinê ya YPG'ê di saetên pêş de daxuyaniyekê bide.