'Berxwedana Kobanê ji bo mirovahiyê ye, em mezin bikin'
'Berxwedana Kobanê ji bo mirovahiyê ye, em mezin bikin'
'Berxwedana Kobanê ji bo mirovahiyê ye, em mezin bikin'
Piştevaniya Kobanê ya Stenbolê bi dirûşma “Kobanê ji bo te jî li ber xwe dide” ji Tunelê heta Qada Galatasarayê meşiya. Endamên Piştevaniyê bang li her kesî kir ku destekê bidin berxwedana Kobanê ya ku ji bo hemû mirovahiyê ye û banga mezinkirina vê berxwedanê kirin.
Piştevaniya Kobanê ya Stenbolê her hefteyê çalakiya xwe ya ji bo mezinkirina berxwedana Kobanê vê hefteyê jî bi meşeke pêk anî. Girseya ku li qada Tunela Stenbolê kom bû bi pankarta "Kobanê ji bo te jî li ber xwe dide piştgiriyê mezin bike" heta qada Galatasarayê meşiya. Di meşê de dirûşmên "Kobanê wê ji DAIŞ'ê re bibe goristan", "Dewleta kujer wê hesab bide” "Bijî berxwedana Kobanê" û "Hemû cih berxwedan hemû cih Kobanê" hatin gotin.
Li ser navê Piştevaniya Kobanê ya Stenbolê Ozge Akman daxuyanî xwend û wiha got: "Li Şengalê, Mexmûrê û herî dawî jî li Kobanê berxwedanake behempa dan meşandin û li çar parçeyên cihanê gel piştgirî da wan. Divê ev yek bê zanîn ku ev şer ne tenê ji bo gele Kurd e. Ev şer ji bo kesên ku bindest û yên li Rojhilata Navîn hemûyan e." Akman derbirî ku gelên ku 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê derketin kolanan nişan dan ku Kobanê tu caran nakeve.
Akman got ku ew ê di daxwazên xwe de bi israr bin û wiha berdewam kir: "Em polîtîkayên AKP û lîstîkên wan ên li ser Kobanê tên lîstin qebûl nakin. Divê kedxwarî û zilm mehkûm bibe." Akman bang li hemû kesan kir ku da piştgiriya Kobanê xurt bikin û hez û piştgiriya kampanyaya ku ji bo Kobanê destpê kirin mezin bikin.



