Berxwedana Kobanê di roja 55. de ye

Berxwedana Kobanê di roja 55. de ye

Berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di roja 55. de dewam dike. Şervanên YPG/YPJ'ê yên li dijî çekên giran bi çekên sivik ên ferdî li ber xwe didin, her tim rûken in. Şervanên YPG/YPJ'ê şev û roj li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe didin. Çend wêne ji vê berxwedana bi heybet.

Li kolanekê dema çay tê vexwarin.

Dikaneke kincên jinan û çeteyan difiroşe.

Şervanên YPG û pêşmerge li heman çeperê ne.

Gula Kobanê Naîm. Her tiştê Kobanê jê tê pirsîn. Hesab nade kesî, lê hesab ji her kesî dipirse. Bi zimanê Naîm, DAIŞ'î 'xeywan' in.

Jineke ji Kobanê. Li herêma li ser sînor bi hezaran sivîlan re dimîne. Ji ber terikandina xaka xwe û mala xwe ya bi kedeke mezin çêkirî, xemgîn e.

Kobaniyên li herêma Tilşeîrê, li bajarê bombe lê dikeve temaşe dikin.

Wesayît û avahiyên hatine rûxandin.

Dîwarê avahiyek li navenda bajêr a rastî guleyên hawanan hatiye.

Li eniya rojhilat, segvanekî YPG'yî.

Li mewziyeke li navenda bajêr, pêşmergeyek.
(WÊNE: Ersîn ÇAKSÛ/Îbrahîm ASLAN)