Berxwedana Kobanê di roja 54’an de ye

Berxwedana Kobanê di roja 54’an de ye

Berxwedana şervanên YPG-YPJ’ê ya li Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê di roja 54’an de didome. şervanên YPG-YPJ’ê ku li dijî çekên giran bi çekên xwe yên şexsî berxwedaneke mezin nîşan didin, di demên herî krîtîk de jî di ruyê wan de ken heye. Ji jiyan û berxwedana li Kobanê ku ev 54 roje didome hinek kêlî:

Li eniya Rojhilat di mewziyên pêş de şervaneke YPJ’ê

Şervanê YPG’ê, guleya segvanê DAIŞ’ê li kêleka milê wî ketiye. Ew jî vê rewşê bi ken pêşwazî dike.

Şervanekî YPG’ê ku amûran dibe ji hevalên xwe yên li mewziyê ne. Her wiha pêlîstokeke zarokan ya li erdê dîtiye jî dibe ji hevalên xwe re.

Şervanên YPG’ê ku ji bo nebin hedefa segvanan bi lez xwe xwar dikin û bi lez tevdigerin.

Guleyeke hawanê ya ku ne teqiyaye, ku çeteyên DAIŞ’ê avêtine navenda bajêr

Şervanên YPG’ê yên di saetên sibê de vedigerin navenda bajar

Şervanên YPJ û YPG’ê yên li eniya Rojhilat li mewaziyên pêş şer dikin

Li eniya Rojhilat dema şervanê YPG’ê tupê dibe, şervana YPJ’ê jî çeka hevalê xwe hilgirtiye

Segvanê YPG’ê ku diçe eniğyê û YPG’iyekî din yê bi çeka xwe ligel wî ye.

Çekên şervanên YPG û YPJ’ê wê pala wan dane dîwar

Şervanekê YPG’ê yê ciwan ku nobeta mewziya xwe dewrê hevalê xwe kiriye, li qada ku dimîne gogê dilîze

(WÊNE: Ersîn ÇAKSU / Îbrahîm ASLAN)