Berxwedana Kobanê di roja 31. de ye

Berxwedana Kobanê di roja 31. de ye

Operasyonên gerîlayên YPG/YPJ'ê yên li Kobanê, tevahiya şevê dewam kirin. Di operasyonên bi giranî li rojhilat û başûrê bajêr hatin meşandin de, gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Kobanê, ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi gotina "li ber ketinê ye" li bendê ku têk biçe, di roja 31. de li ber xwe dide. Li bajêr, berxwedana dîrokî ya gerîlayên YPG/YPJ'ê ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê dewam dike. Tê gotin ku hêzên YPG'ê gav bi gav bi pêş ve diçin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên di nava Kobanê de hatin wergirtin, duh danê nîvro gerîlayên YPG/YPJ'ê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê li eniyên rojhilat û başûr dest bi operasyonê kirine û operasyonê heta nîvê şevê dewam kiriye. Hat ragihandin ku di operasyonê de çeteyan windahiyên giran dane û hin nuqte jî ji çeteyan hatine paqijkirin.

Hêzên koalîsyonê jî, li derdora Kobanê bombebarana kozikên DAIŞ'ê didomînin. Li eniya rojhilat balafiran herî kêm li 4 mewziyn dan, li eniya başûr herî kêm nuqteyek hat bombekirin. Der heqê encama bombebaranê de hînê agahiyek nehatiye bidestxistin.

Hem li ser encamên operasyonan hem jî li ser rewşa dawî ya li Kobanê, tê payîn ku YPG di nava rojê de daxuyaniyekê biweşîne.

MUSLIM: LI KOBANÊ ÎNÎSIYATÎFA ŞER KET DESTÊ ME

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim ku ji bo hin danûstandinan çû Hewlêrê, di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de anî ziman ku înîsiyatîfa şerê li Kobanê ketiye destê YPG'ê. Muslim destnîşan kir ku ew hêvîdar in di demeke kurt de mizgîniya rizgariya Kobanê ji cîhanê re ragihînin.

PÊWÎSTÎ BI DESTEKEKE ZÊDETIR A BAŞÛRÊ KURDISTANÊ HEYE

Salih Muslim da xuyakirin ku alîkariya Başûrê Kurdistanê dide Rojava bi qasî tê xwestin nîne û diyar kir ku ew li benda destekeke zêdetir in. Muslim der barê tevlîbûna komên li derveyî wan di şerê li hemberî DAIŞ'ê de anî ziman ku, wan pêşî li kesî negirtine û her kesê dixwaze dikare tevlî şer bibe. Muslim bibîr xist ku şer ne tenê li Kobanê û derdora wê ye û destnîşan kir ku yên bixwazin dikarin li eniyên Serêkaniyê û Cezaa jî şer bikin.