Berxwedana Kobanê di roja 21. de ye

Berxwedana Kobanê di roja 21. de ye

Li Kantona Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê, berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê ket roja 21. Di şer û pevçûnên tevahyia şevê de çeteyan windahiyên giran dan. Şervanên YPG/YPJ'ê êrîşeke bi wesayîta bombebarkirî ya çeteyan jî pûç kirin.

Li Kobanê duh tevahiya şevê di navbera çeteyên DAIŞ'ê û gerîlayên YPG/YPJ'ê de pevçûnên dijwar qewimîn. Bi taybetî di şerê ku li rojhilat û başûrê bajêr giran bû de, bi dehan çete hatin kuştin.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, li eniya rojhilat pevçûn tevahiya şevê dewam kir. Li vê eniyê, çeteyên DAIŞ'ê hewl dan bi wesayîteke bombebarkirî êrîşî çeperên gerîlayan bikin. Lê belê yekîneyên gerîla di dema xwe de dest li bûyerê werda û bêyî wesayîta bombebarkirî bigihêje hedefa xwe, ew rûxand. Di teqîna hat jiyîn de gelek çete hatin kuştin.

Li Girê Miştenûrê ku bi rojane şer lê giran e, duh bi şev gerîlayan du çalakiyên cuda lidar xistin. Çavkaniyên li herêmê dan xuyakirin ku di pevçûnên li vir de 30 çete hatine kuştin.

Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya hawanan a li hemberî navenda bajêr, duh bi şev jî dewam kir.

Ber destê sibehê jî pevçûnan li hin cihan dewam kirin.

BALAFIRÊN KOALÎSYONÊ SÊ NUQTE BOMBEBARAN KIRIN

Li aliyê din, duh bi şev balafirên koalîsyona navneteweyî ya li hemberî DAIŞ'ê, sê nuqte bombe kirin. Hat ragihandin ku yek ji van nuqteyan, cihekî nêzî gire Miştenûrê ye, lê der barê encamên bombebaranê de agahiyek nehat bidestxistin.

ÇETEYAN TOP AVÊTIN PIRSÛSÊ

Çeteyên DAIŞ'ê nîvê şevê, top avêtin girê li ser deriyê sînor ê Kobanê. Di topbaran çeteyan de tiştek bi kesî nehat, lê belê artêşa Tirk bi ti awayî bersiva çeteyan neda.

TIRKIYEYÊ NEHIŞT DERBAS BIBE, BIRÎNDAR LI KOBANÊ JIYANA XWE JI DEST DA

Artêşa Tirk jî li ser sînor tevahiya şevê teror meşand. Artêşa Tirk a ku tevahiya deriyên sînor li çûn û hatinê girtiye, di encama vê pêkanîna xwe de bû sedem ku welatiyekî Kobanê yê ji ber êrîşa çeteyên DAIŞ'ê birîndar bû, jiyana xwe ji dest da.