Berxwedana Kobanê berxwedana azadiyê ya tevahiya Kurdistanê ye
Berxwedana Kobanê berxwedana azadiyê ya tevahiya Kurdistanê ye
Berxwedana Kobanê berxwedana azadiyê ya tevahiya Kurdistanê ye
Berxwedana hêzên YPG'ê ya li êrîşên giran ên çeteyên DAIŞ'ê, di roja 24. de bi pevçûnên li nava bajêr bi dijwarî dewam dike Ji fermandarên YPG/YPJ'ê ya Kobanê Meysa Ebdo da xuyakirin ku wan nuqteyên ketina bajêr li çeteyên DAIŞ'ê kirine dojeh û anî ziman ku hejmareke zêde miriyên çeteyan çêbûye. Fermandar Ebdo destnîşan kir ku Kobanê wê ji bo çeteyan her dojeh be.
Ebdo ragihand ku di serî de Bakurê Kurdistanê serhildanên gel ên duh li her cihê Kurd lê ne destpê kirin moral û hêzeke mezin dane wan û got, "Berxwedana Kobanê berxwedana azadiyê ya tevahiya Kurdistanê ye."
Meysa Ebdo diyar kir ku bombebarana hêzên koalîsyonê di nava du rojên dawî de bi bandor bûye û destnîşan kir ku girîng e destwerdan bêtir bi bandor be.
Meysa Ebdo ji bo gotinên "Kobanê ha dikeve, we bikeve" yên Erdogan got, "Kobanê nakeve, wê nekeve. Xewn û xeyalan dibînin."
Ji fermandarên YPG/YPJ'ê Meysa Ebdo der barê rewşa li bajêr de ji ANF'ê re axivî.
"ME NUQTEYÊN DESTPÊKÊ YÊN KETINA BAJÊR LI DAIŞ'Ê KIRIN DOJEH"
Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê di roja 24. de dewam dike û êdî şer xwe gihandiye nava bajêr. Hûn dikarin rewşa niha ya li Kobanê bi me re parve bikin?
Nêzî sal û nîveke êrîşên li hemberî me dewam dikin. Çeteya DAIŞ'ê bi hemû derfetên xwe re êrîşî me dike. Gelê me û weke YPG/YPJ me bi ruhekî mezin ê berxwedanê li dijî van êrîşan li ber xwe dan. Me li her gundî, li ser her girî şehîd da. Armanca me parastina gelê me û xaka me bû. Êrîşên dawî li pênc eniyan bi carekê ve destpê kirin. Çeteyên DAIŞ'ê hêzên xwe yên li Sûriye û Iraqê li dora Kobanê civandin û bi çekên herî giran li dijî me dest bi êrîşeke hovane kirin. Berxwedana me ket roja 24'an, armanc û xeyala wan teslîmgirtina Kobanê bû, lê me weke YPG/YPJ û gelê Kurd mînake mezin a berxwedanê nîşan dan. Çeteyan li Şengal, Mexmûr û Cizîrê derbên giran xwarin. Vê carê, ji nû ve berê xwe dan Kobanê ku sal û nîveke di bin dorpêçiyê de ye. Xeyala wan ku vê cejnê bikevin KObanê, digotin ew ê nimêja cejnê li Kobanê bikin, lê belê ruh û berxwedna fedaî ya şervanên YPG'ê, helwesta rûmetdar a gelê me, ev xeyalên DAIŞ'ê têk bir.
Me gotibû, "Ji bo çeteyên DAIŞ'ê karibin bikevin Kobanê divê di ser cenazeyên me re derbas bibin. Wê li ti nuqteyan bêyî di ser cenazeyên me re derbas nebin, nikaribin bikevin nava bajêr. Bêyî mirinê em ê dest ji ti çeperên xwe bernedin", û şervanên YPG/YPJ'ê yên li ketina bajêr mewzî çêkirin, bi lehengî li ber xwe dan, ti carî teslîm nebûn û heta şehîd ketin li ber xwe dan. Li ti nuqteyê rev, destberdana ji çeperê nehat jiyîn, nayê jiyîn. Hevalên me yên şehîd ketin, biryardariya me ya 'bêyî DAIŞ pê li cenazeyê me nekin, nikarin bikevin Kobanê' ne. Ancax em bimirin hingî çeteyên DAIŞ'ê dikarin bikevin, ji bilî vê ti rê ti carî tineye. Li ti tax û kolanê bêyî hevalê me şehîd bikevin, neketin. Bila gelê me vê baş bizanibe, şervanên me yên bi ruhekî fedaî li ber xwe dide, ti carî teslîm nebûn û bêyî şehîd bikeve dest ji mewziyên xwe bernedan.
Aliyê başûr û kolana 48'an a rojhilat ku cihên destpêkê jê ketin nava bajêr in, ji bo wan bûn dojeh. Hevalên me bi lehengî şehîd ketin, lê belê li van nuqteyên destpêkê yên ketina bajêr, hejmara miriyên wan bi qasî ku nikare bê jimartin, gelekî zêde ye. Piştî ku ket nava bajêr em dikarin bêjin ku DAIŞ'ê bi sedan mirî da. Çeteyên DAIŞ'ê xwe dispêre hêza çekên giran û bi wî rengî şer dike. Bi tank, top, fuzeyan şer dikirin, lê derbên giran xwarin. Windahiyên giran dan û şikestineke cidî jiyan, heta niha. Me li Kobanê, bi xefik, taktîkên parastinê yên afirîner û bi biryardariyeke fedaî çete pêşwazî kirin û me başûr û kolana 48'an ên Kobanê ku nuqteyên destpêkê yên ketina bajêr in, li çeteya DAIŞ'ê kirin dojeh. Ji niha û pê ve jî wê Kobanê ji bo DAIŞ'ê dojeh be.
Hejmareke zêde tank, çekên giran û dokçkayên çeteyên DAIŞ'ê hatin rûxandin. Wesayîtên wan hatin rûxandin. Di vîw arî de dikarim bêjim ku derbên giran li wan hat xistin.
"RÊHEVALA ARÎN NAVÊ BERXWEDANA MIŞTENÛR Û KOBANÊ YE"
Çeteyên DAIŞ'ê bêr bikevin nava bajêr du rojan li girê Miştenûrê êrîşên giran kir û şervanên YPG/YPJ'ê li vir berxwedaneke mezin nîşan dan. Hûn dikarin hinekî berxwedana li vî girî vebêjin?
Berî bikevin Kobanê, li girê Miştenûrê berxwedaneke mezin hat nîşandan. Mirov dikarin bi hêsanî ji vê re bêjin Destena Miştenûrê. Hem ji başûr hem jî ji rojhilat ji aliyê gundê Helincê bi çekên gelekî giran êrîşî girê Miştenûrê kirin. Berî bikevin Miştenûrê gelek caran şikestin. Çeteyê ji eniya Helincê hatin bi dehan mirî dan û vê carê ji her alî ve dor li Miştenûrê girtin. Çeteyên DAIŞ'ê niha êrîşên xwe ji aliyê girê Miştenûr, rojhilat û başûr ve dimeşîne.
Ji bo Miştenûrê gelek tişt dikare bê gotin. Kêm mabû çeteyên DAIŞ'ê girê Miştenûrê bi dest bixe, rêhevala me Arîn Mîrkan ji aliyê rojhilat ve ket nava çeteyan, çalakiya fedaî kir û di encama vê çalakiyê de çeteyan windahiyên dan. Em dizanin ku di vê çalakiyê de bi dehan miriyên çeteyan hene. Rêhevala Arîn û rêhevalên din ên li çeperên xwe heta mirinê li ber xwe dan, berxwedana destanî ya li girê Miştenûrê derxistin holê. Me ji destpêkê ve gotibûn, "Ancax ji ser cenazeyên me dikarin derbas bibin." Bi berxwedana li girê Miştenûrê re me ev nîşan da. Di kesayetiya rêhevala Arîn de em dikarin rêhevalên xwe yên li Miştenûrê bi lehengî li ber xwe dan û tevlî karwanê şehîdan bû, bibînin. Arîn bû eyniya hemû rêhevalên me yên bi fedaî li ber xwe didin. Bû navê berxwedanê.
"KOBANÊ BERXWEDANA ÇAR PARÇE KURDISTANÊ YE, NAVÊ JIYANA AZAD E"
Ji duh û vir ve di serî de Bakurê Kurdistanê li metropolên Tirkiyeyê û Ewropayê gelê Kurd her qad veguherandin Kobanê. Der heqê vê serhildanê de hûn dikarin çi bêjin?
Ji duh ve em bi serhildanên li Kurdistanê, di serî de yên li Mêrdîn û Amedê hesiyan. Dixwazim vê bêjim; di vê berxwedanê de gelek mînakên lehengiyê hatin jiyîn. Ev yek bi tenê parastina herêmekê nîne, parastina welat û gelekî ye. Kobanê ji bo Kurdan qeleha berxwedanê ye, qeleha hebûnê ye. Qeleheke ku siyaseta înkar û tinekirina Kurdan lê parçe bûye, sîstema jiyana azad lê ava bûye ye. Berxwedana Kobanê ji bo Kurdan navê jiyana azad e. Ji ber vê yekê ev berxwedan berxwedana çar parçeyan e û bi berxwedan û serhildanên li her parçeyekî re her cih vediguhere Kobanê. Gelê me yê li Bakurê Kurdistanê û Ewropayê, her qadê vediguherîne Kobanê. Ev serhildan hêz û moraleke mezin dide me. Desteka serdestan a ji bo DAIŞ'ê parçe dike. Ya ku bi tifaqa hêzên navneteweyî re li Kobanê tê xwestin bê kirin, ne tenê wergirtina herêmekê ye. Şikandina vîna azad a gelê Kurd e. Ev hêzên ku siyaseta înkarê bi salane dimeşînin, dixwazin vê polîtîkayê li Kobanê bicih bînin. Ji ber vê yekê Kobanê çar parçeyên Kurdistanê ye. Di serî de Bakurê Kurdistanê pêwîste gelê me yê li her çar parçeyan û Ewropayê serhildanên xwe dewam bike. Eger Kobanê têk biçe wê tevahiya Kurdistan û hemû bajarên Ewropayê veguherin Kobanê. Di vî warî de em gelê xwe nas dikin û jê bawerin.
"HEMÛ GEL TEVLÎ BERXWEDANA LI KOBANÊ DIBIN"
Ji gelên din jî şervanan di nav berxwedana Kobanê de cih girtin. Hûn vê çawa dinirxînin?
Gelên din ên bindest ên herêmê divê vê baş zanibe; Kobanê ne tenê rizgarî û azadiya Kurdistanê ye, nîşaneya azadiyê ya tevahiya gelên herêmê ye. Hemû gelan di vê berxwedanê de cih girtin. Deh hevalên me yên Ereb me di vê berxwedanê de winda kirin. Di berxwedana Miştenûrê de şervanekî MLKP rêhevalekî me yê Tirk şehîd ket. Hemû gelan di nava vê berxwedanê de cih girtin û mînaka berxwedana dîrokî nîşan didin. Tevahiya gelên herêmê, li dijî polîtîkayên tinekirinê yên hêzên qirêj ku DAIŞ vê temsîl dike, dibin yek. Berxwedana Kobanê berxwedana gelan e, ne tenê berxwedana gelê Kurdistanê ye.
"KOBANÊ BIKEVE WÊ TIRKIYE JÎ BIKEVE"
Serokwezîrê Tirk Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya duh de got, "Kêm maye Kobanê bikeve". Hûn di vê der barê de dixwazin çi bêjin?
Êrîşên DAIŞ'ê weke konseptekê rû dan û ev konsept di rojên dawî de zelal dibe. Dewleta Tirk di vê mijarê de di nava helwesteke xumamî de ye. Gotinên ku mîna destekê dide bilêv dike, lê belê hemû pêşketin nîşan didin ku dewleta Tirk parçeyek ji vê konseptê ye. Pêwîste dewleta Tirk tavilê dest ji vê polîtîkaya xwe berde, naxwe wê karesatên mezin bên jiyîn. Yê winda bike wê dewleta Tirk be. Berxwedana Kobanê di heman demê de berxwedana avakirina Tirkiyeya demokratîk e. Berxwedana demokratîkbûyîna Iraq, Îran, Sûriye û Rojhilata Navîn e. Lewma divê Erdogan vê bizanibe; Eger Kobanê bikeve wê Tirkiye bikeve, wê karesatek rû bide. Wê bibe karesata Tirkiyeyê. Tayyîp Erdogan dibêje, "Ha dikeve, wê bikeve". Erdogan xeyalan dibîne, ketina Kobanê jî ancax di xewn û xeyalên xwe de bibîne. Lê Kobanê nakeve û wê nekeve. Dixwazim vê bipirsim; Gelo rayedarên dewleta Tirk hesab dikin ku bi mîlyonan Kurd wê bibin fedaî û hesabê vê ji dewleta Tirk bipirse? Her wiha di kesayetiya rêhevalê me yê MLKP'yî yê şehîd ketiye, divê gelê Tirk li dijî vê polîtîkayê rabe ser piyan.
"EM DESTWERDANÊN HEWAYÎ YÊN DU ROJÊN DAWÎ ERÊNÎ DIBÎNIN"
Hûn bombebarana hêzên koalîsyonê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê têrker dibînin?
Li dû biryara destwerdana li çeteyên DAIŞ'ê ya hêzên koalîsyonê, destwerdan dereng ket. Ev biryara xwe bi derengketî bicih anînin. Destwerdanên gelekî aktîf û encamgir nekirin. Lê belê di nava du rojên dawî de bombebarana balafirên koalîsyonê, em dikarin bêjin ku bandor li êrîşên çeteyan kiriye. Pevçûn niha li nava bajêr e, lewma divê koordînasyona xwe ya bi me re zêdetir bikin. Eger hêzên koalîsyonê dixwazin çeteyên DAIŞ'ê biqedînin û di vê mijarê de ji dil bin, hemû hêzên DAIŞ'ê yên li Iraq û Sûriyeyê niha li derdora Kobanê civiyane. Hingî bi kordîneyeke xurt a bi me re, dikare li derdora Kobanê û li nuqteyên nêzî Kobanê destwrdanên bi bandor li çeteyên DAIŞ'ê bikin. Eger DAIŞ li Kobanê bê şikandin, wê li her derê biqede. Em dikarin bêjin ku destwerdanên du rojên dawî erênî bûn. Ji aliyê cebilxane û çekan ve jî divê koalîsyon destekê bide me. Ji ber ku ji her alî ve em hatin dorpêçkirin û di destê me de çekên giran nîne. Bi Kleşên xwe re me heta roja îro rê nedan çeteyên DAIŞ'ê. Bila kes me şaş fêm neke, bi rewşa heyî re jî em ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi salan şer bikin. Lê belê divê hêzên koalîsyonê di mijara çekê de destekê bidin me.
"BERXWEDANA KOBANÊ BERXWEDANA JINÊ YE"
Herî dawî hûn dixwazin çi bêjin?
Ez dixwazim balê bikşînim ser berxwedana jinê ya li Kobanê. Li Kobanê berxwedaneke mezin tê nîşandan. Em dikarin bêjin ku berxwedana Kobanê bi awayekî xweser berxwedaneke jinê ye. Di kesayetiya rêhevala Arîn Mîrkan de em dikarin pêşengiya fedaiyane ya jinan a di berxwedana Kobanê de bibînin. Ev berxwedan di heman demê de asta jinên azad ên Kurd nîşan dide. Di kesayetiya Arîn Mîrkan de berxwedan wê bi pêşengiya jinê mezin bibe û çalakiyên fedaî dewam bike. Ji tevahiya mirovahiyê û gelê Kurd re dixwazim vê bêjim; Ev berxwedan berxwedana hemû gelan û mirovahiyê ya li dijî çeteyên qirêj ên li dijî mirovahiyê ye. Kobanê berxwedaneke mirovahiyê ye. Em dixwazin tevahiya mirovahî destekê bide vê berxwedanê. Li pêşberî bîranîna şehîdên xwe yên di serhildanên li Bakur de jiyana xwe ji dest dan em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin, ji malbatên wan û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.