Berpirsyarê El Ekrad Ehmed: Her kes jê re xulamiyê dike, em li dij têdikoşin
Berpirsyarê El Ekrad Ehmed: Her kes jê re xulamiyê dike, em li dij têdikoşin
Berpirsyarê El Ekrad Ehmed: Her kes jê re xulamiyê dike, em li dij têdikoşin
Eniya El Ekrad ku di pevçûnên li Girê Spî (Til Ebiyad) de ket rojevê, berpirsyarê wê yê giştî Hecî Ehmed da xuyakirin ku ew Sûriyeke hemû bawerî û gelên cûda karibin lê bijîn, diparêzin. Li gorî agahiyên Hecî Ehmed, El Ekrad bi du tabûran dest bi têkoşînê kir û zêdeyî 40 tabûrên wê hene. Hecî Ehmed anî ziman ku gelek komên ser bi AAS, serî li ber komên El Qaîdeyî ve ditewînin û got, "Herkes ji wan re xulamiyê dikin, lê em li dijî wan şer dikin."
Eniya El Ekrad (Eniya Kurd) ku di pevçûnên li Girê Spî (Til Ebiyad) ên li dijî komên El Qaîdeyî yên bi piştgiriya Tirkiyê de fermandarê herêmê yê Eniya El Nûsra Ebû Mûsab ê Çeçen dîl girt û bi vî rengî ket rojeva raya giştî ya cîhanê, Berpirsyarê wê ye Giştî Hecî Ehmed ji ANF'ê re axivî.
Hecî Ehmed da xuyakirin ku ew perçeyekî Artêşa Azad a Sûriyê ya Şoreşger a Rastîn e û ji bo komên mîna El Nûsra yên ser bi El Qaîdeyê k ji derve ve hatin gotina "Ev kom ji derve hatine û şoreşa Sûriyê bi jehr dike" bikar anî û desnîşan kir ku ti eleqeya van koman bi Artêşa Azad re tineye.
Ehmed da xuyakirin ku Eniya El Ekrad, hêza rastî ya şoreşger a Sûriyê ye, ku di nav de hemû reng, hemû bawerî, hemû netew, hemû pêkhate, hemû çand û ziman li hev kom dibe.
RENGÊ RASTÎ YÊ ŞOREŞA SÛRIYÊ
Ehmed diyar kir ku ew hêz û rengê rastî yê azadiyê ye di nava şoreşa Sûriyê de û destnîşan kir ku weke Kurd ew bi Eniya El Ekrad (Eniya Kurd) bi reng û nasnameya xwe cihê xwe di nava şoreşê de digirin.
Ehmed got: "Sûriye, ji gelek reng, ziman, çand, bawerî, netew û gelan pêk tê. Derket holê ku yên heta niha bi navê şoreşgeriyê ketin rê, li ser navê olekî, li ser navê netewekî yan li ser navê mezhebekê têkoşiyan. Lê me xwest, hêzeke welê biafirînin ku hemû bawerî, ziman, çand, netew û gel karibin xwe tê de bibînin û bînin ziman. Bi vê armancê em ketin nava lêgerînan. Van lêgerînên me, rêxistinbûyînek bi navê Eniya El Ekrad a li herêma Babê ava kir. Gelek kes û hêz hene ku dipirsin; çima Eniya El Ekrad. Li gel me binavkirineke wê ya zelal heye. Rojavayê Kurdistanê xwedî hêza xwe ya parastinê ye. Navê wê jî YPG ye. Lê belê Kurd li gelek bajar, navçe û gundên Ereban jî dijîn. Me xwestin, rêxistinbûyîneke gelê me yên li van deran a bi gelên pê re dijîn re hebe. Ekrad tê wateya Kurd. Navekî li Kurdan hatiye kirin e. Kurdan di nava gelek hêz û rêxistinbûyînan de cih girtin. Lê belê ti ji wan, bi nav, reng û nasnameya xwe cih negirtin. Bi reng, nav û nasnameya hêzên ew ketin nava wan, têkoşiyan. Ji ber vê yekê, me got divê êdî bi reng, nav û nasnameya xwe tê bikoşin û me navê El Ekrad (Eniya Kurd) li xwe kirin."
‘ME BI DU TABÛRAN DESTPÊ KIR, NIHA ZÊDEYÎ 40 TABÛRÊN ME HENE’
Ehmed da xuyakirin ku wan beriya sal û nîvekê li derdora Babê bi du tabûran bi awayekî serbixwe, lê di nava Artêşa Azad a Sûriyê (AAS) de dest bi têkoşînê kirin, lê di nava demeke kurt de xwe gihandine 40 tabûran. Ehmed bibîr xist ku di nava hêzên wan de gelek gel, netew, bawerî û mirovên ji çandên cûda cih digirin û got, "Me li derdora Bab, Ezazê destpê kirin. Ji ber ku ew herêm xwedî mozaîkeke dewlemend bû, me ji wir destpê kirin. Li vê herêmê Avşar, Çerkez, Tirkmen, Ereb, Kurd, Asûrî, Ermenî, Suryanî hene. Û ji destpêka avabûna xwe û pê ve, me bi taybetî hewl dan ji van hemû gelan, şervan di nava me de cih bigirin. Niha di nava hêzên me de ji van hemû gelan mirov hene. Bi awayekî gelekî çalak cih digirin û ji bo azadî û wekheviyê têdikoşin. Mîna ku ev mirov li benda me bû di pêvajoya rizgariyê de em tiştekî weha bikin, herikîn nava refên me. Ji ber vê yekê, di demeke kurt de em mezin bûn. Ji bilî Babê, me li Mumbîç, Ezaz, Heleb, Reqa, Cerablûsê tabûr û tûgay ava kirin. Emê ji niha û pê ve jî armancên xwe bicih bînin. Emê li Şam, Hama, Hûmûz, Dêre Zor û qadên din ên Sûriyê rêxistinbûyîna xwe xurtir bikin. Li her devera têkoşîna li dijî rejîma Baas a zordar hebe, emê jî li wir hebin."
‘EM DI NAVA AAS A RASTÎN DE CIH DIGIRIN’
Li dû berxwedana li Girê Spî (Til Ebiyad), Ehmed gotûbêjên ku El Ekrad bi hin deveran ve girêdida nirxand û di vê mijarê de weha peyivî:
"Em di nava AAS de cih digirin. Di nava Meclîsa Leşkerî ya AAS de cih digirin. Li wê derê nûnerên me hene. Ez behsa AAS ya rastî ya şoreşger dikim. Ji ber ku tê zanîn El Qaîde jî xwe weke AAS bi nav dike. Ti eleqeya wê bi AAS re tineye. Ji ber ku AAS ji nava gelên li Sûriyê derket holê, li dijî rejîmê bi armanca azadiyê têdikoşe. El Qaîde ji hêzên derve ve pêk tê û hewl dide şoreşa me bi jehr bike. Ji ber vê yekê, ez bi taybetî dixwazim destnîşan bikim ku em di nava AAS ya rastî ya şoreşger de cih digirin."
‘EV KOMÊNHAN, GELAN BI JEHRÎ DIKIN’
Ehmed der heqê pevçûnên rojên dawî yên li dijî Eniya El Nûsra ya ser bi El Qaîdeyê axivî û got;
"Niha bi sedan kom hene, dibêjin em hêza AAS ne. Artêşa Azad a Sûriyê (AAS) ji bo azadiyê ket rê. Ne ji bo koledariya ji bo komên Îslamî yên Radîkal ên ji derve hatine welatê me, ava bû. Têkoşîna li dijî van komên radîkal ên herkes jê re xulamtiyê dikin û gelê me bi jehr dike, ne karekî hêsan e. Bi têkoşîna me re derket holê, ku ew komên mijara gotinê ne ewqasî mezin in, ku ji xwe mezintir tên nîşandan. Me eşkere kir ku vana ji mirovahiyê bêpar mane. Me eşkere kirin ku ev kom, mirovan serjê dikin, mal û kargehên wan talan dikin. Lê li gel vê rastiyê jî, ti koman li hemberî wan, nekarîbûn dengê xwe derxînin. Di ser de li gelek cihan bûn hevkarên wan. Me ev rewş şikandin. Me nîşan dan ku ew ji bo vî welatî bi zerar in. Hin kom û berpirsyarên wan cîhanê jî dixapînin û dibêjin em li ser navê AAS tevdigerin."
Ehmed anî ziman ku tevî ew li dijî van komên mijara gotinê bi dijwarî têdikoşin jî, ji hêzên navnetewî piştgiriyê nabînin û destnîşan kir ku sedema vê yekê jî gotina Kurd a li navê wan e.
Ehmed diyar kir ku ji ber vê yekê hêzên navnetewî xwe nêzî me nakin, qet piştgiriyê nadin wan û axaftina xwe weha dewam kir:
"Qaşo welatên mîna DYE, Ewropa, Rûsya biryar girtine li dijî van komên radîkal ên Îslamî têbikoşin. Biryar dan ku piştgiriyê bidin hêzên têdikoşin. Heta niha bi awayekî dizî yan veşartî, çek, cebilxane û alîkariya maddî dan. Lê belê ti komên ev alîkarî stendin, li dijî van komên çete tênekoşiyan. Berovacî, bi wan re bûn yek. Li gel vê rewşê jî, van hêzên navnetewî piştgiriya xwe ya ji bo van koman dewam kirin."
‘TIRKIYE BI AWAYEKÎ VEKIRÎ PIŞTGIRIYÊ DIDE KOMÊN ÎSLAMÎ YÊN RADÎKAL’
Ehmed ragihand ku ew ji mêj ve dizanin Tirkiye piştgiriyê dide van koman û di vê mijarê de di destê wan de belge û agahiyên girîng hene û destnîşan kir ku di bûyerên rojên dawî li Girê Spî (Til Ebiyad) qewimîn re, êdî bi awayekî vekirî piştgirî da wan.
Ehmed diyar kir ku beriya du rojan Tirkiyê 2 tanq û çekên giran ên bi 3 wesaîtan da çeteyên di şer de û got, "Tirkiyê bi vê nêzîkatiya xwe re nîşan da ku ew di nava hêzên şoreşa Sûriyê bi jehrî dike cih digire û dijminatiya xwe ya li hemberî Kurdan bi awayekî zelal nîşan da. Eger Tirkiye dibêje dostê gelên Sûriyê ye, divê dest ji destekkirina hêzên jehrê didin şoreşê, berde. Ji xwe ev wezîfeyeke navnetewî ye. Tirkiye bi destekdayîna van re di heman demê de destekê dide komên terorîst ên li qada navnetewî weke terorîst tên dîtin. Divê Tirkiye xwe ji vê rewşê rizgar bike."