Berfa destpêkê li Bakurê Kurdistanê bariya

Berfa destpêkê li Bakurê Kurdistanê bariya

Li Geverê berfa demsalê ya ku zû barî rê hatin girtin, ji ber qutbûna ceryanê av û xetên ragihandinê jî qut bûn. Şevê din berfa ku li navçeya Elbak a Wanê destpê kir û hê jî didome rêyên navçeyê û yên gundan hatin girtin. Ji ber berfê bi sedan dar şikestin û têlên ceyranê qetiyan li navçeyê ceyran qut bû.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê berfe ku zû barî bandoreke neyênî li ser welatiyan kir. Berfa ku duh êvarê barî hê jî didome piştî çend salan ji ber berfa ku di meha Cotmehê de barî rêyen bi dehan gundan hate girtin. Rêyên Gever û Bajêrgehê û Gever û Şemzînanê ji ber hêlanê li hin nuqteyan hate girtin, ekîbên rêyên bejayiyê rê vekirin. Bi dehan wesayît di rê de man û li navçeyê jî gelek wesayît nikarîn derkevin rê. Ji ber giraniya berfê darên fêkiyan şikestin û hilberîn di bin berfê de man. Welatiyên ku sotemenî nekirîbûn jî sotemeniyên xwe yên ji par mane bi kar tînin û pirsgirêka ceryanê jî bi jeneratoran tên bicihanîn.

Ji ber berfê ceyrana Gever, Şemzînan, Bajêrgeh û bajaroka Buyukçîftlîkê qut bû. Ji ber qutbûna ceryanê welatiyan nerazîbûn nîşan dan. Der barê mijarê de rayedarên TEDAŞ’ê yên me nêrîn girt ev tişt anîn ziman: “Ji ber berfê li gelek cihan darên ceyranê ketine. Bi taybetî li Xezekanê xet texrîb bûne û em hewl didin ku çêbikin. Kengî em dikarin ceyranê bidin ne diyar e.” Ji ber qutbûna ceyranê ava navçeyê nîn e û xetên ragihandinê û înternet kar nake.

LI ELBAKÊ RÊ HATIN GIRTIN

Şevê din berfa ku li navçeya Elbak a Wanê destpê kir û hê jî didome rêyên navçeyê û yên gundan hatin girtin. Ji ber berfê bi sedan dar şikestin û têlên ceyranê qetiya li navçeyê ceyran qutbû.

Şevê din berfa ku li navçeya Elbak a Wanê destpê kir û hê jî didome jiyan tevizand. Ji ber berfê rêya navçeyê û yên gelek taxan hate girtin, dîrekên ceyranê ketin û gelek tax û gund di tariyê de man. Ji ber berfa ku ji duh ve dibare sedan dar şikest û mija ku çêdibe dem bi dem mesafeya dîtinê dadixe sifirê.

Li Elbakê serê sibehê dest bi paqijiya berfa ku stûrbûna gihîşt 25 santîmetreyî hate kirin. Ekîbên Şaredariya Elbakê ji bo vekirina rêyan xebatên xwe yên paqijkirina berfa navçeyê û taxan didomîne.

Hevşaredarê Elbakê Îhsan Guler diyar kir ku li hemberî berfê gelên navçeyê bê amade bûn û wiha axivî: " Ji bo ev astengî bên derbaskirin çi ji destê me tê em hewl didin ku bikin."