Belgeya 'em ji wesayîtên we ne berpirsyarin' bi Kobaniyan tê morkirin

Belgeya 'em ji wesayîtên we ne berpirsyarin' bi Kobaniyan tê morkirin

Qeymeqamtiya Pirsûsê, bi welatiyên Kobanê yên ji sînorê gundê Boydê ku bi awayekî nefermî hatiye vekirin ê li pêşberî gundê Til Şeîr ê Kobanê hatiye vekirin wesayîtên xwe derbasî Pirsûsê kirine, belgeyeke bi nivîsa "Ji xesar an jî windabûna wesayîta min dewleta Komara Tirkiyeyê ne berpirsyar e" dide morkirin.

Welatiyên Kobanê yên wesayîtên xwe ji êrîş û talana çeteyên DAIŞ'ê revandin û derbasî navçeya Riha Pirsûsê kirin, Qeymeqamtiya Pirsûsê bi navê "Forma wergirtina wesayîta mirovên ji Sûriyeyê" belgeyekê bi wan dide îmzekirin ku bi vê belgeyê re tê gotin ku ji xesar an jî windabûna wesayîtên wan Tirkiye ne berpirsyar e. Di rewşa asayî de wesayît divê di bin ewlekariya Tirkiyeyê de bin, lê belê di belgeya bi Kobaniyan re hatiye îmzekirin wiha tê gotin, "Li cihê parkê xesarek di wesayîta min de peyda bibe yan jî wesayîta min winda bibe, ez ê doza ti mafî li Dewleta Komara Tirkiyeyê nekim û piştrast dikim ku di wesayîta min de ti eşyayeke bi qîmet nîne."

Îdrîs Cîndî da xuyakirin ku leşkeran bi panzêrê di ser du wesayîtan re derbas bûne û bi gulereşandinê du wesayît rûxandine. Cindî nerazîbûn nîşanî vê rewşê da û anî ziman ku bi vê belgeyê re ti mafê wan ê lêgerîna li mafê xwe nîne. Cindî got, "Bila hingî destûrê bidin, em di ser Hatayê re wesayîtên xwe bibin Helebê bifiroş in."