Belavkarên rojnameyan sînoran nas nakin

Belavkarên rojnameyan sînoran nas nakin

Belavkarên rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat, li qada 30 kîlometre ya sînorê Kobanê-Pirsûsê li nav nobedarên bexwedanê digerin û rojnameyan digihînin wan, destnîşan kirin ku yên hevalê wan Kadrî Bagdû qetil kirine xwedî heman mejiyê çeteyên DAIŞ'ê ne.

Belavkarên rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê, her roj bêyî westan û sekinandinê li xeta sînor a 30 kîlometreyî digerin û rojnameyan digihînin xwendevanan. Ji belavkaran Mûstafa Denktaş diyar kir ku xebata ew dimeşînin, berpirsyariya li pêşberî bîranîna hevalê wan Kadrî Bagdû yê pêr li Edeneyê hatibû qetilkirin e. Denktaş destnîşan kir ku ew ê ala Bagdû dewrî wan kiriye heta dawiyê hilgirin û vê wezîfeya pîroz bidomînin.

Denktaş ragihand ku Bagdû ji ber rastî digihand gel hatiye qetilkirin û anî ziman ku berdêl çi dibe bila bibe ew ê her bidin dû rastiyê. Denktaş da xuyakirin ku çeteyên DAIŞ'ê yên êrîşî Kobanê dikin û yên Bagdû qetil kirine, parçeyek ji heman mejî ne û got, "Li vê xaka ku generalên biçûk ên Apê Mûsa dijîn, ne gengaz e çeteyên dijminê mirovahiyê bi ser bikevin. Serketin wê ya general û zarokên Apê Mûsa yên li Kobanê li ber xwe didin be."