Bêgerd Talabanî: Divê biryar di pratîkê de bicih were
Bêgerd Talabanî: Divê biryar di pratîkê de bicih were
Bêgerd Talabanî: Divê biryar di pratîkê de bicih were
Seroka Koma YNK’ê ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Bêgerd Talabanî, diyar kir biryara parlamentoyê ya ji bo pêşxistina pêwendiyên bi Rojava re girîng e û got, “Ev biryar ji bo Rojava jî girîng e. Û pêwîst e ev biryar di pratîkê de jî weke xwe pêk were.”
Duh di rûniştina Parlamentoya Başûrê Kurdistanê de biryar hat girtin ku bi kantonên Rojava re pêwendî bên pêşxistin.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, Seroka Koma YNK’ê ya Parlamentoya Başûrê Kurdistanê Bêgerd Talabanî biryar nirxand. Talabanî got ku biryar ji bo yekîtiya Kurdan girîng e û wiha axivî: “Di pêvajoyeke ku yekîtiya neteweyî tê nîqaşkirin de biryareke wiha girîng e. Biryar piştî Serokê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê îmze bike wê fermî bibe. Lê belê ji bo pêkanîna vê biryarê pêwîstî bi tu îmzeyekê nîne. Ya girîng ev e ku biryar di pratîkê de jî mîna xwe pêk were.”