Bêdengî, endîşe û fikara li kolanên Brukselê
Li Brukselê jiyana rojane ji rewşa xwe ya asayî derket, pêkanînên ewlekarîparêziyê derket holê. Endîşe, tirs, bêdengî, fikar, bêzarî û hêrs hemû bi hev er ne. Kolan bêdeng in.
Li Brukselê jiyana rojane ji rewşa xwe ya asayî derket, pêkanînên ewlekarîparêziyê derket holê. Endîşe, tirs, bêdengî, fikar, bêzarî û hêrs hemû bi hev er ne. Kolan bêdeng in.
Li Brukselê jiyana rojane ji rewşa xwe ya asayî derket, pêkanînên ewlekarîparêziyê derket holê. Endîşe, tirs, bêdengî, fikar, bêzarî û hêrs hemû bi hev er ne. Kolan bêdeng in.
Li Belçîkayê, ji ber endîşeya êrîşek mîna ya li Parîsê, tedbîrên ewlekariyê di asta herî bilind de hatin destnîşankirin. Rayedaran diyar kirin ku di her kêliyê de dibe ku êrîşa bombeyî û çekdarî rû bide. Ji 14'ê Mijdarê roja Şemiyê û vir ve tedbîrên rewşa awarte di meriyetê de ne. Li paytext Brukselê metro hatin sekinandin, navendên kirîn firotinê, dibistan, sînema û kompleksên sporê hatin girtin.
Li meydana dîrokî Grand Place, wesayîtên leşkerî yên zirxî hatin bicihkirin. Leşkerên bi çek û polîsên hêzên taybet daketin kolanan. Ji ser şiba trenê, trenên bi barê tankan derbas bûn.
Di êvara Yekşemê de li navenda Brukselê, şeş komun û bajarê Charleroî operasyon hatin lidarxistin. Polîsê federal hişyarî da bikarhênerên medya û torên civakî ku li ser operasyonan agahiyên aktûel nedin. Piraniya civakê li gorî vê bangê tevgeriya.
Di operasyonên êvara Yekşemê û sibeha Duşemê de 21 kes hatin binçavkirin. Lê belê gumanbarê komkujiya 13'ê Mijdarê ya li Parîsê Salah Abdeslam hînê ne hatiye girtin. Dîmenên darbeyan û rejîmên antî demokratîk, li kolanên Brukselê jî xwe nîşan dan.
KOLAN BÊDENG IN LÊ BÊKES NÎNIN
Jiyana rojane ji rewşa xwe ya asayî derket, pêkanînên ewlekarîparêz derketin pêş. Hin mirov hebûna leşker û polîsan weke rewşeke ewle bibînin jî, dirêjbûna vê rewşê hem rê li ber tengezariyê hem jî nerazîbûnan vedike.
Mirovên naxwazin meydanên xwe biterikînin, yên bi awayekî endîşe li malên xwe disekinin û mirovên ji polîtîkayên rêveberan ên li ser Rojhilata Navîn aciz in, bi vî dîmenê derketiye holê re ji nû ve li ser bûyerên diqewimin difikirin. Bêzarî, tirs û hêrs heye.
Komkujiya Parîsê, gefên êrîşê û tengezariya tê zêdekirin, dibin sedem ku niyetên siyasetmedaran hîn bêhtir bên lêpirsîn. Mirovên li kolanên Brukselê em lê rast hatin, nerazîbûna xwe ya ji ber vê rewşê tînin ziman.
Xwendekarên zanîngehê yên perwerdeya wan niha sekiniye, mirovên teqawît, karker û karmendên nikarin biçin karê xwe, tûrîstên hînê van kolanan bûn, em bi endîşe ne, hem matmayî ne, hem jî bi fikar in.
'EM Ê NIKARIN XWE LI MALÊN RABIGIRIN'
Xwendekarekî zanîngehê got, "Ji êrîşên li Parîsê û vir ve jiyana li Belçîkayê bêhtir giran û bi pirsgirêk bûye." Dibêje ku mîna xwendekarên din ew jî nikarî biçe dibistanê, lê belê natirse; "Weke şexs, em li vê derê zêde natirsin. Na natirsim. Ji ber rewşeke bi vî rengî derketiye holê, em nikarin xwe li malên xwe rabigirin."
OLÎVÎER: MANÎPULASYONEK HEYE
Olîvîer ê 50 salî, ku bi hevsera xwe re li meydana dîrokî ya Brukselê Grand Place digeriya û rastî vê rewşê hat, ewçend tedbîrên ewlekariyê bêwate dibîne. Olîvîer ê ku ji ber "gefa terorîst" nikare biçe ser karê xwe got, "Ez vê rewşê bêwate dibînim. Ev dikare hefteyekê, 15 rojan, mehekê jî bidome." Olîvîer destnîşan dike ku ev yek manîpulasyonek e.
FÎRMAN Ê TEQAWÎT: REWŞA BAJARÊ ME CIHÊ XEMGÎNIYÊ YE
Fîrman ê ku berî mehekê teqawît bûye, bi hevsera xwe re kolanan naterikîne. Fîrman dibêje, "Hêvîdar im ku hikûmeta me dizane çi dike. Hêvîdar im ev rewş wê bi lez û bez biqede. Rewşa bajarê me tê de ye cihê xemgîniyê ye."
Fîrman axaftina xwe bi vî rengî dewam dike: "Divê mirov hinekî hay ji xwe hebe, lê belê girîng e jiyan bi awayekî xwezayî bê meşandin. Em kolanan naterikînin, vaye hûn jî dibînim em dikarin. Divê mirov netirsin. Li Parîsê jî ez 8 salan li nêzî Bataclan (cihê rastî êrîşê hat) jiyam. Em ê her bijîn, ti tişt nikare vê bisekinîn."
SOFÎ: DIVÊ MIROV ÇAVÊN XWE VEKIN
Sofî yê ku ji bajarê Fransa Montpellîerê ji bo gerê hatiye Brukselê dibêje, ku ew natirse. Sofî yê li restorantekê dixebite got, "Ev rewş derfetê dide mirovan ku mirov li ser bûyerên li welatên din diqewimin hinekî din çavên xwe vekin û rewşa wan welatan bibînin. Bûyerên li Rojhilata Navîn tîne bîra min. Rewşeke ku jiyana ti kesî ne ewle ye, mirovan dixe nava fikaran. Pêwîste em jiyan û bûyerên bi serê mirovên din de tên baştir bibînin. mirov çima ji Sûriyeyê direvin, çima xwe li van deran digirin, girîng e em van bibînin."
Sofî da xuyakirin ku hinekî tirs jî di dilê wan de heye, lê hêvîdar e hin tişt werin guhertin.