BDP'yî çûn taziyeya Ertugrul
BDP'yî çûn taziyeya Ertugrul
BDP'yî çûn taziyeya Ertugrul
Ciwanê 17 salî Mahsum Ertugrul ê dema di şerê li serê Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê de bi gulleyên endamên El Nusra li Serêkaniyê ya Başurê Kurdistanê hat qetilkirin, konê taziyeyê hat vedan. Kon ji aliyê BDP’yiyan ve hat ziyaretkirin.
Li Serêkaniyê ji ber endamên El-Nusra gulle barandin ser Serêkaniyê ya Bakurê Kurdistan ciwanê 17 salî Mahsum Ertugrul hat qetilkirin. Konê taziyeyê yê li Taxa Aydinlik ji bo Ertugrul hat vedan ji aliyê heyeteke BDP’ê ve hat ziyaretkirin. Di heyetê de Parlamenterê BDP’ê yê Riha Îbrahîm Bînîcî, Endamê Meclîsa Partiyê yê BDP’ê Fesîh Ozel, Hevserokên Rêxistina Riha ya BDP’ê Leyla Akçan û Xalit Yildiztekîn, Hevserokê Rêxistina Mêrdînê ya BDP’ê Reşat Kaymaz, Serokê Rêxistina Wêranşar ê BDP’ê Xalîs Aktaş, Hevserokê Rêxistina Serêkaniyê BDP’ê Hiznî Kiliç, Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkan, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk, Alîkarê Şaredarê Serêkaniyê Muzaffer Acet, aktîvîstên DOKH’ê û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê hebûn.
Parlamenterê BDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî ku li ser navê heyetê sersaxî ji malbatê re xwest got ku ji bo bûyerên wiha careke din rû nedin em bi hev re bikevin nav hewldanan. Agahiyên nasnameyên sê endamên wan çeteyan aîdî Tirkiyeyê ne. Du jê ji Edeneyê û yek jî ji Erzurumê ye. Divê êdî hukûmeta AKP’ê dest ji wan provokasyonan berde. Em gulleya ku li ciwanê me Mahsum ketiye mîna li mirovatiyê ketiye digirin dest.”