BDP: Ji mirina Îzol Midûriyeta Polîsan a Amedê berpirsyar e
BDP: Ji mirina Îzol Midûriyeta Polîsan a Amedê berpirsyar e
BDP: Ji mirina Îzol Midûriyeta Polîsan a Amedê berpirsyar e
Hevserokên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş der barê mirina Murat Îzol de ku polîsan da pey wî û xwe avêt Çemê Dîcle, daxuyaniyek da û got Midûriyeta Polîsan a Amedê berpirsyare.
BDP’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wihagot: “Midûriyeta Polîsan a Amedê ji roja dest pêkê de ev bûyer veşart. Der barê ku Murat Îzol ne di çem de ye, girteka fermî amade kiriye û bi vî awayî pêşî li xebata ekîba Parastin Sivîl ya ku dê li çem de xebat bimeşanda girt.
Ligel vê ekîba girêdayê Şaredariya Mezin a Amedê, îtfaye û gel bi hev re xebat meşandiye û ligel hemû hewldanan xwe negihandin Murat Îzol. Lê roja 07.04.2013’an li derdora Pira Dehderî ya li ser Çemê Dîcle ji aliyê welatiyan ve cesedek hat dîtin. Peywirdarên şaredariyê cesedên Murat Îzol ji çem derxistin.”
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “ Helwesta neyînî ya polîs piştî dîtina cenazeyê jî berdewam kir. bi bombeyên gazê êrîşê malbat û hevalên Murat Îzol yên li ber nexweşxaneyê kirin. bi taybet ji bo ku bi şev cenaze bê definkirin zext li malbatê kirine.
Ji berk u polîs gule baran Murat Îzol ket çem û xeniqî. Berpirsyarê sereke Midûriyeta Polîsan a Amedê ye. ji ber vê jî divê wezîrê Karê Hundir bi cidiyet nêz bibe û demildest lêpirsînê vebike, kujer bên darizandin.
Murat Îzol jî ciwanekî wek Şahîn Onerê k udi 15’ê Sibatê de ji aliyê polîsan ve bi panzerê hate pelçiqandin bû. hêj 19 salî bû. hawireke demokratîk ya ku dixwest xwe azad îfade bike, dixwest. Piştî gotina birêz Ocalan a wek ‘ Bila êdî mirin pêk neyên’ bûyereke wisa mirovan xemgîn dike. bila AKP bizane ku, em riyên demokratîk dê ji kujerên Îzol hesab bipirsin.
Em ji malbat û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”