BDP'ê xwarina fitarê da malbatên gerîla
BDP'ê xwarina fitarê da malbatên gerîla
BDP'ê xwarina fitarê da malbatên gerîla
Rêxistina BDP'ê ya navçeya Amed Peyasê, bi munasebeta meha Remezanê ji malbatên gerîlayên HPG'ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dan, duh êvarê xwarina fitarê da.
Aliîkarê Serokê Rêxistina BDP'ê ya Amedê Eşref Memetoglû beriya fitarê axivî û got, "Beriya her tiştî, ji ber organîzekirina xwarina fitarê, ez ji rêxistina me ya navçeya Peyasê re spas dikim. Meha Remezanê di warê olî de meheke girîng e. Pêwîste di vê meha pîroz de yekitî, yekgirtin derkeve holê. Divê em têkoşîna yekitiyê ji her demê bêtir, xurtir bikin.
Memetoglû destnîşan kir ku divê ew têkoşîna lehengên Kurdan ên di rêya azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dewam bikin.