BDP'ê pirsa El Nûsra li Erdogan kir
BDP'ê pirsa El Nûsra li Erdogan kir
BDP'ê pirsa El Nûsra li Erdogan kir
Parlamenterê BDP'ê yê Wanê Nazmî Gur, der heqê êrîşên Eniya El Nûsra ya ser bi El Qaîdeyê li dijî Rojavayê Kurdistanê û alîkariya ji bo penaberên Sûriyeyî, du pêşniyar pirs li Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan kir.
Di pêşniyarpirsê de Parlamenterê BDP'yî Nazmî Gur, dijwarbûna êrîşên li binê xetê yên ser sînorê Riha û Mêrdînê bibîr xist û got, "komkujiyên derveyî mirovahiyê û îdealên paşverû yên Eniya El Nûsra bûne sedem ku ev rêxistin gefê li aramiya tevahiya Rojhilata Navîn bixwe. Nûçeyên ku diyar dikin; endamên vê rêxistinê ji ser Tirkiyê derbasî Sûriyê dibin, li nerazîbûna Kurdên li Tirkiyê û Sûriyê tê. Ev rewş, dikare bandoreke neyînî li pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyê bike."
Gur li ser bingeha van tespîtan bi taybetî ji Erdogan pirsî ka hikûmeta wî bi çawayekî çawa li Eniya El Nûsra dinêre. Gur got, "Gelo polîtîkayeke hikûmetê ye ku endamên El Nûsra, Tirkiyê mîna navendeke korîdor û lojîstîkê bikar tînin?"
Gur her weha ji Erdogan ev pirs kirin: "Hikûmeta we, PYD û Konseya Bilind a Kurd çawa dibîne? Hûnê pê re yekser û demdirêj diyalogê deynin an na?"
Parlamenterê BDP'ê Nazmî Gur her weha, der heqê şandina alîkariya mirovahî û bi taybetî jî nûçeyên der heqê ambargoya li ser Rojavayê Kurdistanê nîşan didin, ji Erdogan pirsî.