BDP'ê berxwedana YPG'ê silav kir

BDP'ê berxwedana YPG'ê silav kir

BDP'ê da xuyakirin ku çeteyên ser bi Eniya El Nûsra, ji hikûmeta Tirkiyê piştgiriyê dibînin û êrîşî Kurdan dikin. BDP'ê bi armancê hikûmeta AKP'ê rexne kir û berxwedana YPG'ê jî silav kir.

'HIKÛMETA AKP'Ê LI HERÊMÊ ALOZIYÊ DERDIXÎNE; DEST JI VÊ BERDIN'

Navenda Giştî ya BDP'ê, der heqê bûyerên li Rojavayê Kurdistanê diqewime de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di rojên dawî de di serî de li Serêkaniyê û Efrînê li Rojavayê Kurdistanê li dijî Yekîneyên Parastina Gel û sivîlan êrîş tên kirin û fikarên xwe anî ziman. Di daxuyaniya BDP'ê de hat gotin, "Êrîşkarên ser bi çeteyên Eniya El Nûsra, ji aliyê hikûmeta Tirk ve tên destekkirin û ev yek fikar û gumanên me zêdetir dike."

Di dewama daxuyaniyê de weha hat gotin: "Em bi awayekî zelal û vekirî eşkere dikin; Rêxistinên sûc û çete yên mîna El Nûsra, di her operasyon û êrîşên xwe de ji gelê Kurd ê li Rojava, Tirkiye, Iraq û Îranê nerazîbûnê dibîne. Em bang li Hikûmeta AKP'ê dikin ku dest ji helwestên rê li ber aloziya herêmê vedike, berde. Ev polîtîkayên Hikûmeta AKP'ê ku ji alî ve li dijî pêvajoya çareseriya demokratîk e, hem aloziyê derdixîne hem jî ji provokasyonan re bingehê diafirîne."

'EM LI GEL YPG'Ê NE'

BDP'ê berxwedana YPG'ê jî bi van gotinan silav kir: "Em Konseya Bilind a Kurdistanê û berxwedana mezin a YPG'ê ku li dijî van çeteyan KUrd, Ereb, Ermenî hemû gelên li herêmê diparêze, ji dil silav dikin û careke din diyar dikin, ku em li gel wan in."