BDP: Çapemeniya azad nayê astengkirin

BDP: Çapemeniya azad nayê astengkirin

Komîsyona Çapemenî û Weşanê ya BDP'ê bi wesîleya "salvegera rakirina sansurê" daxuyaniyek da û bal kişand ser zextên li çapemeniyê tên kirin. BDP'ê destnîşan kir ku li gel hemû hewldanên hikûmetê jî, çapemeniya azad nehatiye astengkirin û wê neyê astengkirin.

Komîsyona Çapemenî û Weşanê ya BDP'ê bi wesîleya "salvegera rakirina sansurê" daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de rexne li çapemeniya bi deshilatdariyê ve girêdayî weşanê dikin, hat kirin û hat gotin, "Medyaya ku ji bo nûçeya di destê xwe de ya li ser komkujiya Roboskiyê biweşîne li benda erêkirina hikûmetê ma, di rojên destpêkê yên bûyerên Gezî de dokûmanterên penguenê weşandin û di rojên pêş de jî, tevî nûçegihanên wan bi xwe mexdûr bûn, di weşanên xwe de înkar dikirin ku polîs bombeyên gazê bikar nînin."

BDP'ê da xuyakirin ku feraseta sansurkirinê ya dewletê derketiye derveyî sînor û bibîr xist ku di encama xebatên lobî de lîsasnên weşanê yên NÛÇE TV, MMC û ROJ TV yên li Ewropayê weşanê dikin, hatin betalkirin.

Di daxuyaniya BDP'ê de bal hat kişandin ser xebatên derxistina qanûnan ên ji bo astengkirina medya sosyal û hat gotin, "Di şûna ku qanûnên qedexekirina çapemeniyê bên derxistin, divê destûra bingehîn a nû ne qedexekar, azadîperest be û azadiya raman û çapemeniyê ewle bike."

BDP'ê xwest rojnamevanên girtî serbest werin berdan û got, "Heta ku ev qanûnên mijara gotinê di meriyetê de bin, mirov nikare behsa kedkarên çapemeniya azad û çapemeniya bê sansur bikin."

BDP'ê li gel zextên li ser çapemeniyê bal kişand ser taybetbûyîn û rewşa bêsendîkayî ya çapemeniyê û got, "Ne gengaze ku xebatkarên ji ewlehiya civakî bêpar, rojnamevaniyeke azad û bêsansur bimeşînin."

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li gel hemû hewldanên hikûmetê jî, çapemeniya azad asteng nebûye û wê asteng nebe.