Bayik: Siyaset û şer êdî mîna berê nayên meşandin

Bayik: Siyaset û şer êdî mîna berê nayên meşandin

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir, ku ji bo bê dîtin kî dixwaze pêvajoyê bimeşîne kî dixwaze pûç bike "çavê sêyemîn" şert e. Bayik diyar kir ku piştî Kobanê êdî siyaset mîna berê nayên meşandin û got, "Eger hûn mîna berê dewam bikin, windahiyên we dê mezin bin."

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di hevpeyvîna xwe ya li gel rojnameya Yûrt de, qonaxa "pêvajoya çareseriyê gihaştiye', helwesta Hikûmeta AKP'ê û Erdogan û rewşa Kobanê nirxand.

HER TIŞT GORÎ ARMANCÊN XWE YÊN DESTHILATDARIYÊ KIRIN

Bayik da xuyakirin ku, ji bo "Li Tirkiyeyê aştiya rastî pêk bê" wan bi awayekî yekalî gav avêtine, agirbest dewam dike, lê bi van gavên yekalî re pêvajo dikare bigihêje heta cihekî û got, "Ji bo ji wî cihî û pê ve biçe, divê aliyê din jî gavan biavêje. Di rewşeke berevajî de wê pêvajo li cihekî bixetime. Me bi awayekî yekalî gav avêtin, dewlet û hikûmeta Tirk bersiv neda vê pêvajoyê. Hikûmet naxwaze pirsgirêkê çareser bike. Me ji bo çareseriya pirsgirêkê ewçend hewldan nîşan dan, lê wan li dijî tevgera me, gelê me û alîgirên çareseriyê yên li Tirkiyeyê, şerê taybet ê psîkolojîk meşandin. Hewl dan her kesî bixapînin. Rewşeke welê afirand ku mîna dixwaze pirsgirêkê çareser bike xwe nîşan da, her tim behsa vê kir, lê ti carî Erdogan neket nava pêvajoya çareseriyê. Her tim rê li ber bendewariyan vekir, mijûl kir, dem qezenç kir û her tişt gorî armancên xwe yên desthilatdariyê kir."

Bayik got, "Dewleta Tirk ti carî nebû xwedî armanca çareseriyê, bernameyek ava nekir" û destnîşan kir ku ji bo muzakere pêk were, pêwîste hin şert bich werin anîn.

ŞERTÊN MUZAKEREYÊ

Bayik ew şert jî bi vî rengî anî ziman:

"Yek, divê mercên Rêber Apo tê de tê ragirtin, bên guhertin. Di van şert û mercan de diyalog dikare bê kirin, lê muzakere nabe. Ya duyemîn; pêwîste aliyekî sêyemîn di muzakereyan de bibe çavdêr, şahidiyê jê re bike. Hemû pirsgirêkên li cîhanê di bin çavdêriya aliyê sêyemîn de hatine çareserkirin. Ya sêyemîn; avakirina komîteyeke şopandinê ye. Ev komîte divê hem tevgera me hem jî tevgera dewleta Tirk bişopîne, bibîne ka kî rast nêzî pêvajoyê dibe, kî sabote dike, kî vala derdixîne, kî di şer de israr dike û van çavdêriyên xwe jî bi raya giştî re parve bike."

TIRKIYEYÊ "ÇAVÊ SÊYEMÎN" QEBÛL NEKIR

Cemîl Bayik ragihand ku wan di Newroza 2013'an de hem li Tirkiyeyê hem jî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyara komîsyoneke kontrolê kirine, bi vê yekê re pêvajo karibe baş bimeşe.

Bayik got, "Hêzeke navneteweyî, dewletek dikare bibe, saziyeke navneteweyî dikare bibe, eger van qebûl nakin bila di nava parlamenta Tirkiyeyê de komîsyoneke wiha ava bê avakirin. Eger ev jî nayê qebûlkirin, bila ji saziyên sivîl ên li Tirkiyeyê komîsyonek were avakirin" û destnîşan kir ku ev pêşniyara wan a "çavê sêyemîn" ji aliyê dewleta Tirk ve nehatiye qebûlkirin.

Bayik ragihand ku ji bo muzakere bê meşandin divê mercên Ocalan bên guhertin û axaftina xwe wiha dewam kir:

"Niha rastî pêkanîna mehkûmekî giran tê. Yê ku vê pêvajoyê bi awayekî yekalî dimeşîne ew bi xwe ye, yê israr dike ew e, lê di şert û mercên wî de ti guhertineke biçûk nîne. Di van mercan de muzakere çawa dikare bê meşandin? Hînê birayî wî jî kengî bixwaze nikare biçe, parêzer ji xwe ev sê sal in nikarin biçin. Ya ku diçe tenê heyeta HDP'ê ye, çi tînin serê heyetê jî her kes dizane. AKP hem heyeta xwe diyar dike, hem jî heyeta HDP'ê ya bi Rêbertiyê re hevdîtinê dike. Yekê xwedî armanca çareseriyê, gelo bi vî rengî nêzîkî mijarê dibe?"

AKP DAIŞ E

Ji bo rexneya "Kurdan ji ber pêvajoya çareseriyê desthilatdariya AKP'ê xurt kir" Bayik bi gotina "AKP DAIŞ e" bersiv da.

Bayik got, "Yê ku îro li Kobanê şer dimeşîne AKP ye, yê ku DAIŞ'ê dajo ser Kobanê AKP ye. Yê ku ji bo têkçûna Kobanê di nava hewldanên mezin de ye, AKP ye" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Destekkirina DAIŞ'ê, dijminatiya mirovahiyê ye, dijminatiya jinê ye. Faşîzma DAIŞ'ê ji faşîzma Hîtler xeteretir e. Faşîzma DAIŞ'ê ne tenê ji bo dagirkirina hin cihan êrîş dike. Berevajî, dixwaze paqijiya etnîkî bike. Armanca bingehîn a êrîşa li hemberî Kobanê jî ew e ku dixwaze Kurdan jê derxîne û Erebên Sunnî yê pê ve girêdayî, li wir bicih bike. Tevgereke ku jinan difiroş e, çê dibe mirov jê re bêje mirov? Û destekkirina tevgereke bi vî rengî gelo însanî yan jî exlaqî ye? Erdogan û Davûtoglû, têkbirina rêveberiya Beşar Esad weke şertekî datînin pêşiya koalîsyona navneteweyî. Eger bi rastî jî bixwasta rêveberiya Esad biguherîne, wê destek nedabûya DAIŞ'ê. Bi destekkirina DAIŞ'ê re hişt ku ev rejîm bijî. Ji ber vê yekê li pêş çavê her kesî derewan dike. Vê yekê jî ji bo nixumandina têkiliyên xwe yên bi DAIŞ'ê re dike. Lê belê ti aliyekî bê veşartin nemaye. Tevahiya cîhan pê hesiya ye. Ji ber vê yekê hêzeke destekê dide DAIŞ'ê li Tirkiyeyê ne pirsgirêka Kurd çareser dike, ne jî pirsgirêkên Elewî, jin û demokrasiyê."

BERÎ Û PIŞTÎ KOBANÊ

Cemîl Bayikd iyar kir ku berxwedana Kobanê xwedî roleke diyarker e û got, "Piştî Kobanê, êdî ne siyaset, ne şer ne jî dîplomasiya berê dikare bê meşandin. Eger hûn mîna berê dewam bikin, windahiyên we wê mezin be."

HILBIJARTINÊN 2015’AN WÊ BERIYA SALVEGERA 24’Ê NÎSANÊ BIKIN

Bayik, bal kişand ser rola Kurdan a di hilbijartinên 2015’an de û diyar kir yek ji sedema ku Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan HDP’ê dike hedef jî ev e. 

Bayik wiha axivî:  

“Di hilbijartinên serokkomariyê de pir aşkera derket holê ku, HDP di hilbijartinên pêşiya me de wê AKP’ê tengav bike. Hilbijartinên 2015’an pir girîng in. Ji ber 100. salvegera komkujiya Ermeniyan e. Ji bo vê salvegera 100. pêşwazî bike, divê hikûmet pir bihêz be. Lê HDP dikare tengav bike. Lewma divê HDP di nav civakê de bê reşkirin, linckirin da ku di hilbijartinên pêşiya me de lewaz be. Girtin eger ev jî nebe gefa girtina hin siyasetmedaran tê kirin. Bi vê re dixwazin eleqeya civakê ya ji HDP’ê re kêm bikin. Eger eleqeya ji HDP’ê re kêm bibe, li gor wan CHP-MHP nebe hêz, wê hilbijartinan bi rehetî qezenc bikin. Û bi îxtîmaleke mezin wê hilbijartinan bînin beriya 24’ê Nîsanê da ku li hember Ermeniyan bihêz rawestin. Ji ber vê divê mirovên bi wijdan ên li Tirkiyeyê vê bibînin û xwedî li HDP’ê derkevin. Eger xwedî li HDP’ê dernekevin, wê bi helwesta xwe xizmetê ji AKP’ê re bikin.”