Bayik: Şerê Kobanê ji Tirba Suleyman Şah tê birêvebirin
Bayik: Şerê Kobanê ji Tirba Suleyman Şah tê birêvebirin
Bayik: Şerê Kobanê ji Tirba Suleyman Şah tê birêvebirin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku şerê li dijî Kobanê ji navenda Tirba Suleyman Şah tê birêvebirin û got, "Di Tirbeya Suleyman Şah de MÎT û DAIŞ şer îdare dikin û koordînat pêş dixin. Ya ku îro dijminatiya Kurdan dike ne tenê DAIŞ e. DAIŞ AKP bi xwe ye." Bayik diyar kir ku berxwedêrên Kobanê ji bo tevahiya mirovahiyê li ber xwe didin, lewma ew berxwedêrên însanetiyê ne.
Heyetek ji parlamenterên YNK’ê yên Hikûmeta Hêrema Kurdistanê, ji bo nirxandina rewşa siyasî û leşkerî Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê ziyaret kirin. Endamên heyetê û Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kirin ku divê parlamenta herêma Kurdistanê Kantonên Rojava nas bike û piştgiriyê bide berxwedana Kobanê
Heyetek ji parlamenterên Yekîtî Niştîmanî Kurdistan (YNK) Salar Mahmut, Salîh Fêqî, Meryem Samed, Serkeft Serhed, Rodî Rizgî, Abbas Fetah, Xelef Ehmed û şeş malbatên ji YNK’ê di roja 8’ê Cotmehê de li Qendîlê bi Hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Xozat û Cemîl Bayik re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê endamên heyet û Hevserokên Konseya Rêveber a KCK'ê der barê hevdîtinê de ji ANF’ê axivîn û gotin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî, leşkerî ya Kurdistanê û berxwedana Kobanê hatine nîqaşkirin.
'BERXWEDÊRÊN KOBANÊ EGÎDÊN ÎNSANETIYÊ NE’
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di destpêka axaftina xwe de berxwedêrên Kobanê silav û pîroz kir û got, “Ew ji bo hemû beşên Kurdistanê şer dikin, ji bo însaniyetê şer dikin. Ji ber vê jî ew Egîdên Kurd, egîdên însanetiyê ne. Li pêşiya wan şehîdan jî hûrmetê xwe diyar dikim. Hemû Kurd, mirovên xwedî şeref, însanên ku xwe xwedî wijdan dibînin; pêwîst e li wan şehîd û qehremanan xwedî derkevin. Xwedîderketin bi gelek şêwazan dibe. Ji aliyê dîplomasî, siyasî, madî û manewî ve dikarin alîkariyê bidin û gelê me dikare xwedî li Kobanê derkevin. Ciwanên Kurd, çi mêr dibe, çi jin dibe pêwîst e biçin Kobanê, di sengerên şer de li gel YPG û YPJ şer bikin. Ew şeran eger bi ser bikeve wê qedera Kurdan biguhere, wê qedera herêmê jî biguhere, wê DAIŞ derbeyekî mezin bixwe. Wê wextê DAIŞ nikare erîşê gel, ol û çandê bike. Banga min; li ku derê Kurd heb in, hem li welat hem jî li derveyî welat, pêwîst e dengên berxwedana Kobanê bigihîne her kesekî û alîkariyê her kesê ji bo Kobanê dirust bike.”
'DAIŞ AKP BI XWE YE’
Bayik bal kişand ser hevkariya çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk û got ku Tirkiye DAIŞ mezin kiriye û kiriye belayê serê Kurd û însaniyetê.
Bayik der barê vê mijarê agahiyên girîng da û wiha axivî: “Eger DAIŞ pêşket, bû hêzek, dibe ku hinek dewletên navneteweyî, hinek dewletên Rojhilata Navîn alîkarî kirin, lê belê alîkariyên rastî û esasî dewleta Tirkîye kiriye. Di nava DAIŞ’ê de hêzên faşîst ên Tirkiye hene. Hêz û taktîqên çeteyên DAIŞ’ê ew pêş dixin. Niha şerê Kobanê yên ku îdare dikin hêzên Tirk û DAIŞ in. Di Tirbeya Suleyman Şah de MÎT û DAIŞ şer îdare dikin û koordînat pêş dixin. Tirkiye dixwaze bi DAIŞ’ê zilmê li ser Kurdan bike ku Kurd mafên xwe bi dest nexe. Dixwazin Kurd bikeve destê Tirkiye. Yek jî, dixwazin di siyaseta Suriye û Rojhilata Navîn de giraniya xwe çêbikin, paşê jî DAIŞ bibe bazar û Kurdan bifiroşe. Niha Tirkiye neketiye koalisyonê. Ji bo ku karibe bazarê bike, ji bo ku koalîsyon nezîkî Kurdan nebe, alîkariya Kurdan neke û Kurd nebe quwet, dixwaze peşiya wê bigire. Ji bo wê dewleta Tirk dibêje; ‘Eger ez bikevim koalîsyonê pêwîst e hûn li dijî PKK’ê bisekinin, pêwîst e hûn DAIŞ û PKK wekî hevdû bibînin û pêk ve biçin ser hemûyan’. Dixwaze ew konsepta ku li dijî DAIŞ derkeve, bizivirînin dijî Kurdan, PKK’ê û YPG’ê. Tayyip Erdogan ji bo vê kar dike, ji bo vê jî di meclîsa Tirkiyeyê de der barê Kobanê de qanûnek pêş xistin. Bi vê biryarê karibin li dijî Suriye û Iraqê êrîş bikin. Ev biryara şer e. Şer jî di esas de li dijî PKK’ê û Kurdan pêş dixin. Ji bo wê hemû gelê Kurd, li hemû beşan û li derveyê welat, pêwîst e vê meselê baş fêm bikin. Li dijî AKP û dewleta Tirk rawestin. Nehêlin ku Tirkiye şerên wiha di rojava de pêş bixe. Ji ber ku Tirkiye dixwaze li Suriye û Iraqê li dijî Kurdan vî şerî pêş bixe û destkeftiyên Kurdan bi dest bixe. Ji bo Kurdan dijminê esasî dewleta Tirkiyê ye, ne tene DAIŞ’ e. DAIŞ, AKP bixwe ye.”
'PÊWÎSTE HIKÛMETA HERÊMÊ KANTONÊN ROJAVA NAS BIKE'
Bayik bilêv kir ku niha gelê Kurd ji bo Kobanê li her derê di nava serhildanan de ne û got, “Lê bele mirov van serhildanan li Başûrê Kurdistanê zêde nabîne.”
Bayik anî ziman ku pêwîst e beriya her kesekî gelê Başurê Kurdistanê li Kobanê û Rojava xwedî derkeve û gotinên xwe wiha domand: “Wezîfeya yekemîn a parlementer, hikumet û Serokatiya Herêma Kurdistanê çi ye? Pêwîst e kantonên Rojava binase, alaqatê çêbike û alîkariye bide. Eger hikumet, parlemento û serokatiya herêma Kurdîstan ew kantonanan nas neke, li cîhanê kes nasneke. Eger Kurd li Kurd xwedî dernekeve, Kurd nikare bêje bila her kes me binase û alîkariya me bike. Îro bêdengîyek di qada navnetewiyê de heye. Ji ber ku parlemento, hikumet û serokatiya heremê li berxwedana Kobanê xwedî dernakevin. Pêwist e parlementer û serokatiya herêma Kurdistanê xwedî li wezîfeya xwe ya neteweyî derkevin, kantonên Rojava binasin. Pêwist e ji aliyê madî û manewî ve alîkarî bidin û piştgiriya çekan bikin. Eger ew li Başur li dijî DAIŞ şer pêş bixin, wê demê dikarin wezifeya xwe ya neteweyî pêk bînin. Lê belê em dibînin ku bêdengî û xwedî derneketin hene. Ew helwest dikeve xizmetê dagirkerên wekî DAIŞ û Tirkiye. Pêwîst e Başûr li hemberî dijminên Kurd der bikeve, dema ku li hember derket, wê demê wezîfeya xwe pêk aniye. Bi vî awayî dikare di nava Kurdan de jî hurmetê xwe mezintir bike. Yên ku tê xwestin ew e.”
'HELWESTA YNK'Ê YA JI BO ROJAVA HELWESTEKE NIŞTIMANÎ YE'
Bayik diyar kir ku helwesta fraksiyona YNK’ê ya di parlementa herêmî de helwestekî nîştîmanî ye û spasiya xwe anî ziman. Bayik wiha got, “Di parlementa herêma Başûrê Kurdistanê hat xwestin ku li dijî Rojava hinek biryar werin girtin, lê YNK’ê li hemberî vê helwesta xwe ya nîştîmanî diyar kir û parlementer van biryar qebûl nekirin. Ji bo wê pêwist e fraksiyona YNK’ê li ser mequfê xwe hin zedetir raweste. Ew mequfekî welatparezî ye, ew xizmetê gele Kurd û hikumeta gelê Kurd dike. Ne tenê xizmetê YNK dike, xizmetê her kesekî dike, pêwist e her kesekî wê mequfê ji xwe re esas bigire. Hêvî û daxwaziya min ji hemû partiyên ku di hikumetê de cih digirin vê helwestê ji xwe re esas bigirin e. Ew partî û parlemento pêwist e li ser Rojava nîqaş bike, biryarek derbixe û Rojava û kantonên wî qebûl bike û nas bike. Pêwist e di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de çûyin û hatin çêbibe, eleqetek were dirust kirin.”
'DIVÊ PARLAMENTA BAŞÛR LI DIJÎ HELWESTA TIRKIYEYÊ DERKEVE'
Bayik destnişan kir ku dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê biryara şer derxistiye û anî ziman ku divê parlementa herêma Kurdistanê bersiva wê bide. Bayik gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e parlemento xwedî li biryara xwe derkeve û ew biryarên Tirkiye qebûl neke û li dijî wê raweste. Eger wiha bike, wê demê parlement wezîfeya xwe pêk tîne. Wê wextê ew parlement di hemû beşan de hurmet digire. Wiha nebe li dijî biryarên parlemenê Tirkiye nikarebe biryarek bigire, li dijî êrîşên DAIŞ’ ê raneweste, bi Rojava eleqetekî fermî pêş nexe, di vê çarçoveyê de di qada navneteweyî de kar neke, wê wextê ew hikumet û parlement wazîfeya xwe pêk neaniye. Ew biryarên ku YNK pêş xistîbû, pêwist e hemû partiyên din ji bo xwe esas bigirin, di parlementê de ji bo wê kar bikin û encam derxin.”
Parlementera YNK’ê Meryem Samed anî ziman ku beriya çeteyên DAÎŞ êrîşî Kobanê bike wan wekî parlementerên YNK’ê xwestine ku li parlementa Herêma Kurdistanê rûniştineke taybet li ser Rojava çêbibe. Samed gotinên xwe wiha domand: “Lê mixabin derfet çênebû. Di kêlekê wê de me û girseya gel di qadan de piştevaniya xwe ji bo Kobanê ragihand. Ji ber ku em wiha difikirin ku metirsiyê ku li ser Kobanî çêbibe wê li ser Hewlêr û hemû niştîmana me bibe. Îro hemû Kurdistan di bin xeteriya êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de ne. Ji ber vê jî ez li vir, li hemû Kurdên xwedî rûmet ku li her derê cihanê ne dixwazim ku werin nava kolan û taxan; nerazîbûna xwe li hemberî van plan û biriyarên ku li ser Kobanê ya Rojava hene, nîşan bidin. Ez li vir slavên xwe ji bo hemû şervanên YPG dikim ku bi canê xwe berxwedanî dikin. Ji wan re serkeftin dixwazim. Îro ew rûmet diparêzin. Kobanê cihê şanaziya hemû Kurdan e. Îro Kobanê xwe kiriye cangoriya hemû Kurdistanê. Ez li vir ji serokê Herêma Kurdistanê û parlementeran dixwazim ku helwesta xwe zelal bikin û ji aliyê lojistîkî, leşkerî û mirovî ve alikariya Rojavayê Kurdistanê bikin.”
GELÊ BAŞÛR PIŞTEVANÊ BERXWEDANA KOBANÊ YE
Parlementerê YNK’ê Salîh Feqî jî wiha axivî: “Em wek lîsteya parlementerên YNK’ê, di rojên cejnê de me serdana hemû peşmergeyên ku di êniya parastinê de cihê xwe girtine kir. Em wek parlementer 2 deste bûn û desteyekê ji me li Hewlêrê beşdarî meşa xwepêşandanê bû. Wek desteyekî din a me jî îro em hatin serdana Qendîlê, ku bira û hevxebatên xwe li vir bibînin. Niha li her demê zêdetir pewistiya me bi hevdîtin û gotobêj hene. Me li navçeya Pişder û Wîtwên pênc şehîd dan. Me û nûnêrên hemû parlementêrên Kurdistanê serdana malbata wan kir û beşdarî serxweşiya wan şehîdên leheng bûn. Em îro hatine ku li gel hevalên li Qendîlê bicivîn ku zêdetir xwe li hevûdu nêz bikin û hêza xwe bikin yek, heya alikariya parêzvanên leheng ên Kobanê bikin. Eger em îro nikarin ji aliyê leşkerî ve alikariyê bidin, herî kêm em dikarin ji aliyê girseyî ve piştevaniya xwe bidin Rojavayê Kurdistanê ku bi sedan sal in tê çewisandin û îro ketiya çembera çeteyên DAÎŞ’ê."
'EM HÊVÎDARIN WÊ TÊKOŞÎNA LI DIJÎ DAIŞ'Ê BIBE WESÎLEYA YEKÎTIYA KURD!
Parlementerê YNK’ê Salar Mahmud jî anî ziman ku îro bi rêya DAIŞ’ê li hemberî gelê Kurd şerekê mezin tê meşandin ku ji bo vîna gelê Kurd sernekeve. Salar wiha got, “Ji ber ku vîna gelê me li hember Saddam û diktatorên mezin serket, ji ber vê jî niha naxwazin vîna gelê me serbikeve. Îro gelê me bi zehmetiyekê mezin rûbirû maye. Em ji civaka navneteweyî dixwazin ku alikarî bide gelê me û Kobanê. Ji ber ku Kobanê axa Kurdistanê ye . Cudatiya gelê Kobanê li cem gelê Silêmanî û Kerkûkê qet tûne ye. Îro bandora Başûrê Kurdistanê li ser Rojavayê Kurdistanê heye û bandora Rojavayê Kurdistanê jî li ser Başûrê Kurdistanê heye. Îro roja yekîtiya Kurd e. Qonaxa berê yê şerê DAIŞ’ê û piştî şerê DAIŞ’ê ji hevûdu cûda ne. Îro dost û dijminên me zelal in. Her tim nexweşî û derdên Kurdan; nebûna yekîtiya Kurd bû. Em hêvîdarin ku wê bibe sedema yekîtiya Kurdan. Em bi hêz, vîna gel, ciwan û têkoşerên xwe bikaribin dijminên xwe ji ser axa xwe biavêjin derve. Îro bi firehiya hezar û 50 kîlometre li Başûrê Kurdistanê li hember DAIŞ’ê şer heye. Ev şer heman şerê ku li Serêkanî û Kobanê tê meşandin ti cûdatî di navbera van de nîne. Eger îro serokê Emerîka, Britanya, Fransa û welatên din pişgiriya xwe ji bo Başûrê Kurdistanê radigihînin, Kobanê jî heman gel û heman ax e. Em hêvî dikin ku ew ji bo Kobanê jî alikar bin."