Barzanî: Ti hêz nema kare Kurdan tine bike

Barzanî: Ti hêz nema kare Kurdan tine bike

Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî  di axaftina vekirinê ya civîna ji bo Kongreya Netewî ya Kurdistanê de, ji bo civîna amadekariyê got, "rojeke dîrokî" ye. Barzanî da xuyakirin ku ji bo Kongreya Netewî di nava mehekê de pêk were ewê komîteyekê ava bikin û destnîşan kir ku Kurd mîna her gelî dixwaze di nava aştiyê de bijî û cîhaneke bê çek dixwaze.

Axaftina vekirinê ya civîna ji bo amadekariya Kongreya Netewî ya Kurd a roja Duşemê, ji aliyê Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî ve hat kirin. 

Barzanî bi gotina "Gelekî kêfxweşim ku ji civîneke dîrokî ya ji bo amadekariya Kongreya Netewî ya Kurdan re mêvandariyê dikim" dest bi axaftina xwe kir.

ROJEKE DÎROKÎ

Barzanî diyar kir ku Kongreya Netewî ya Kurd, yek ji armancên herî girîng ên hemû aliyên siyasî û hêzên Kurd e û got, "Ev demeke dirêj e, me bi Rêzdar mam Celal, Abdullah Ocalan û derdorên din ên siyasî yên Kurd re, nêrînên xwe parve dikirin."

Barzanî da xuyakirin ku ji sala 1970 û vir ve ew li ser girîngiya Kongreya Netewî ya Kurdan radiweste û got, "Ji ber ev kar û hewldan gihaştiye vê qonaxê, îro rojeke dîrokî ye. Ji bo Kongreya Netewî ya Kurd meheke din li Hewlêrê li hev kom bibe, em komîteya amadekar ava dikin."

Barzanî got, "Armanca me ya bingehîn a lidarxistina kongreyê ew e, ku hemû derdorên siyasî û partiyên Kurd ên li çar parçeyên Kurdistanê bibin xwedî biryardarî û stratejiyeke hevpar ku di nava aştî û wekheviyê de bi gelên din ên li herêmê re bijîn."

“EM DIXWAZIN BI HEMÛ GELAN RE DI NAVA AŞTIYÊ DE BIJÎN”

Barzanî da xuyakirin ku ewê di kongreyê de daxwaza xwe ya jiyaneke hevpar, aştî û wekheviyê ya bi gelên Ereb, Tirk û Faris bînin ziman û weha peyivî: "Em naxwazin bibin dijminê ti dewlet û gelên li herêmê. Dibe ku ji bo dijminahî bi temamî ji holê were rakirin û ji bo çareseriyeke wekhev û aştiyane, em li ser peymaneke hevpar li hev bikin. Ji ber ku em ji vê bawer dikin; bi baweriya gelê Kurd û bi dewlemendî û çavkaniyên Kurdistanê re, em dikarin asta jiyanê ya gelên herêmê gelekî bilind bikin."

“AZADIYA KURDAN, NE EWÇEND ZEHMET E”

Barzanî da xuyakirin ku Kurd li herêmê ewlekarî û demokrasiyê dixwazin û got, "Eger tê dîtin ku nikarin vê bi çekan pêk bîne, hingî pêwistiya me bi aştiyê heye. Ezmûna herêma Kurdistanê nîşan daye, ku azadiya Kurdan ne ewçend zehmet e. Azadiya Kurdan ji bo cîranan nayê wateya gef, şer û êrîşan. Berovacî, rê li ber aramî, pêşketina aboriya herêmê û jiyaneke bi hêvî vedike. Ev yek nîşaneya herî xurt a daxwaza Kurdan ji bo aştiyê ye."

Barzanî ragihand ku bi aştî, demokrasî û diyalogê re, mafê parastina rewa yê gelê Kurd li hemberî cîhana derve, dikare bê ewlekirin û got, "Eger em li qada navnetewî, daxwazên xwe bi vê rêbazê bînin ziman, wê rewşa gelê Kurd a li qada navnetewî xurtir bibe."

"KURD CÎHANEKE BÊ ÇEK DIXWAZIN"

Barzanî got, "Eger Kurdan serî li rêbazên têkoşîna çekdarî dabin, ev ji bo parastina hebûn, çand û zimanê xwe bû. Gelê Kurd bi daxwaza xwe çek bikar neaniye. Li dijî gelê me, bi her şêweyî çek hatiye bikaranîn, zerarên mezin li gelê me hatiye kirin û êşên mezin hatine kişandin. Ji ber vê yekê ye ku Kurd cîhaneke bê çek dixwazin."

"KES NIKARE ÊDÎ BI ZORA ÇEKÊ HEWL BIDE KURDAN TINE BIKE"

Barzanî got, "Şikur ji Xwedê re ku em îro demeke cûda dijîn û êdî kes nikare bi zora çekê hewl bidin Kurdan tine bikin. Ev rastî êdî ji aliyê hêzên herêmê ve hatiye fêmkirin. Ji ber vê yekê, ji bo dema pêş pêwistiya gelê Kurd û hemû hêzên siyasî yên Kurd bi peymaneke aştiyê û stratejiyeke hevpar a rêxistinbûyî û zelal heye û divê hemû hêz bi vê re dilsoz bin."

Barzanî da xuyakirin ku damezrandina Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî ya Kurd, destpêkeke û got, "Ez ji hemû beşdaran dixwazim, ku bi biryardarî, bi welatparêzî û dûrî nêzîkatiyên îdeolojîk bixebitin û vî karî bibin serketinê. Ez jî ji vê bawer dikim; ku hemû welatiyên Krud, hemû navendên akademiyan, hemû rêxistinên civakî yên sivîl ên li çar parçeyên Kurdistanê, ji me hêviyên mezin dikin û dixwazin ev kongre bigihêje serketinê. Ev hêviyên gelê me, ji bo vî karî bibin serî, Kongreya Netewî ya Kurd veguherîne gaveke mezin û hemû derdor bi biryaran re dilsoz bin, hêzeke mezin dide me."

Barzanî got, "Hêvî dikim ku hemû beşdar, ji bo pêkhatina kongreyê wê hin xebatên baş ên amadekariyê bimeşînin. Bêguman, endametiya komîteyê, tevî serbilindiyê, di heman demê de berpirsyariyeke hestewar û dîrokî dide ser milê me. Ji bo pêşeroja netewa Kurd hêviyeke min a mezin heye. Bi bawerim ku bi yekitî û xebatên her demî yên aştiyane re, pêşerojeke bi ronî li benda we ye."