Barzanî Serokatiya xwe ya Herêmê erê kir
Barzanî Serokatiya xwe ya Herêmê erê kir
Barzanî Serokatiya xwe ya Herêmê erê kir
Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî 2 sal dirêjkirina demê Serokatiya Herêmê li rexmî bertekên partiyên siyasî û rêxistinên civakî red nekir û dê du salên pêş me de weke Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê peywirdar be.
Parlementoya Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê di 30’ê Hezîrana 2013’an de bi îtîfaka Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yeketiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK)’ê 2 salan demê Serokatiya Herêma Kurdistanê dirêj kiribûn. Di rûniştina parlementoyê de ev biryar bibû sedem nerazîbûna partiyên muxalif û heta parlementerên Goran nerazîbûnek tund nîşan da û bibû sedema pevçûnan jî. Her wiha rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî ên dervey parlementoyê jî bertek nîşanî vê biryarê dabûn.
Îro jî Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî di malpera fermî ya Serokatiya Herêmê de daxuyaniyek da û da diyarkirin ku, “ Li vir wekî rêzgirtinekê li dengê zêdetirê fraksiyonên Parlementoya Kurdistanê û ji bo îhrac nekirina wan, ez dê erk û emaneta ku ketiye ser milê min bicih bînim.”
Serokê Herêma Federal ya Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî sedema rednekirina biryara dirêjkirina du salan ya Serokatiya wî jî wiha ragihand, “Her wiha ji bo berçavgirtina gûmanên pêkhatên neteweyî û oliyên Kurdistanê li ser egera kûrtirbûna aloziya siyasî û parastina aramiyê li Kurdistanê û ji ber daxwaza kesayetiyên xebatgêrên Kurdistana Iraqê û perçeyên din yên Kurdistanê, piştî şêwirîna digel gelek hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê min yasaya dirêjkirina dema Serokayetiya Herêma Kurdistanê red nekir. Lê belê ev rednekirin jî nayê wê wateyê ku ez digel awayê naveroka yasaya dirêjkirina wîlayeta Serokê Herêmê de bim, ji bo wê yekê jî min îmza nekir.”