Barzanî li ser navê Ocalan û Talabanî banga "konferansa amadekariyê" kir

Barzanî li ser navê Ocalan û Talabanî banga "konferansa amadekariyê" kir

Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî da xuyakirin ku li her çar parçeyên Kurdistanê, şert û mercên jiyana demokratîk û aştiyane ya navbera Kurdan û gelên din de ava bûne û ji bo amadekariya konferansa netewî bang kir. Barzanî ev banga xwe li ser navê Ocalan û Talabanî kir.

Detayên civîna amadekariya "Konferansa Netewî ya Kurd" a li Hewlêrê, bi nameyên vexwendinê yên Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî yên ji bo hemû partiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê (Tirkiye, Iraq, Îran, Sûriye), hêdî hêdî zelal dibe.

Li gorî nûçeya DÎHA'yê, di nameya Barzanî ya vexwendina hemû aliyên siyasî de weha hat gotin: "Li her çar parçeyên Kurdistanê, şert û mercên jiyana demokratîk û aştiyane ya Kurdan bi gelên din re ava bûne. Mam Celal û Abdullah Ocalan gelek caran banga konferansa netewî kirin. Ez jî bi xwe, li ser navê Mam Celal û Abdullah Ocalan, we dawet dikim civîneke taybet a bi armanca amadekariya konferansa netewî."

Tê payîn di civîna li Başûrê Kurdistanêde ji bo Konferansê, komîteyeke amadekar bê avakirin. Ji bo cih û dema civînê agahî nehatin bidestxistin. Tê payîn di civînê de tevî KNK û KCK'ê ji Bakurê Kurdistanê BDP, Partiya Sosyalîst û Azadiyan, KADEP, PSK, ji Rojavayê Kurdistanê; PYD, nûnerên ENKS, ji Rojhila; PJAK, Komalay Zehmetkêşanî Kurdistan, PDK-Îran, Komaley Şoreşgeran, PAJ, Komaleyî Îran, ji Başûrê Kurdistanê; PDK, YNK, Tevgera Goran, PÇDK, Yekgirtûyî Îslamî, Komaleyê Îslamî, Bizotnawey Îslamî, Hizbî Sosyalîst, Hizbî Zahmetkêşanî Kurdistan, Hizbî Şûî, YNDK û Hizbî Ayende beşdar bibin. Her weha çav li rê ye ji bilî partiyên siyasî nûnerên gelek rêxistinên civakî yên sivîl ên li her çar parçeyên Kurdistanê jî di civînê de cih bigirin.

Di serî de partiyên ji Rojava û Rojhilat, nûnerên partî û rêxistinên civakî yên sivîl ên navên wan di lîsteyê de hene, tê gotin ev demeke dirêje li Hewlêrê ne.