Barzanî ji bo Konferansa Neteweyî, hemû partiyên Kurd dawetî Hewlêrê kir

Barzanî ji bo Konferansa Neteweyî, hemû partiyên Kurd dawetî Hewlêrê kir

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî, ji bo beşdariya civîna komîteya amadekar a Konferansa Neteweyî ya Kurd, nameyek ji hemû partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê re şand û ew vexwend Hewlêrê.

Amadekariyên Konferansa Neteweyî ya Kurd, ku yek ji pêşniyarên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e, bi lez dewam dike.

Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî, nameyek ji hemû partiyên siyasî yên li çar parçeyên Kurdistanê re şand û ji bo tevlî civîna komîteya amadekar a konferansê bibin, ew vexwend Hewlêrê.

Daxuyaniya li ser mijarê ji aliyê Berdevkê Serokatiya Herêmê Dr. Umed Sebah ve hat dayîn û li malpera fermî ya înternetê ya Serokatiya Herêma Kurdistana Federal hat weşandin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê nameyekî pêşkêşî hemû aliyê siyasiyên her çar parçeyên Kurdistanê kiriye ji bo amadebûna li civîneke bi mebesta pêkanîna komîteya amadekariya Kongreya Neteweyiya Kurd ku biryare li demeke nêzîk de li Hewlêrê bê sazkirin."

Di daxuyaniyê de, der heqê dema civînê ya ji bo avakirina komîteya amadekar de agahî nehat dayîn.