Barût teqiya: 4 zarok birîndar bûn

Barût teqiya: 4 zarok birîndar bûn

Li navçeya Qosera Mêrdînê ji ber barûta di qutiya colayê de rijiya erdê û agir pêk ket, teqîn pêk hat. Di encama teqînê de yek jê giran, bi giştî 4 zarok birîndar bûn. 

 Li Taxa Îpekê ya navçeya Qosera Mêrdînê ji ber barûta di qutiya colayê de rijiya erdê û agir pêk ket, teqîn pêk hat. Di encamê de zarokên bi navê A.Î. (11), A.K. (9), T.F. ê Rojavayî (8) û M.C.H. (6) birîndar bûn. 4 zarok rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê. Hate zanîn ku zarokê bi navê A.K. ji ber rewşa wî giran e birin Amedê.

Piştî bûyerê polîs hatin cihê bûyerê û dest bi lêpirsînê kirin.