Banga ji bo hukûmetê: 122 girtî li ber mirinê ne
Banga ji bo hukûmetê: 122 girtî li ber mirinê ne
Banga ji bo hukûmetê: 122 girtî li ber mirinê ne
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê der barê binpêkirina mafên girtiyan û girtiyên nexweş de daxuyanî da û ji Wezîrê Dadê xwest ku hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. Serokê Şaxa ÎHD'ê Racî Bîlîcî, xwest êdî bes li girtîgehan qerîn û zimêr bilind bibe û hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. Bîlîcî da zanîn ku 122 girtî li ber mirinê ne
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê, der barê rewşa girtiyên nexweş û binpêkirina mafan a li girtîgehan li ber girtîgeha Tîpa Tîpa E ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên ÎHD'ê û xizmên girtiyan di daxuyaniyê de dowîzên ku navê girtiyên nexweş li ser nivîsandibûn bilind kir.
Di çalakiyê de nûnerên Diyar TUHAD-DER, KESK, BDP, Weqfa 78'an, TÎHV'ê jî amade bûn. Li ser navê komê Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî, diyar kir ku wan di meha çile de der barê girtiyên nexweş de raporek amade kir û wiha got:
"Li gel vê raporê hestiyarî ji bo girtiyên nexweş çênebû. Li gorî rapora ku ÎHD'ê amade kir 413 girtiyên nexweşiya wan giran hene. Ji van girtiyan 122 girtî di sînorê mirinê dene. Divê teqez û bi baldarî dermankirina wan bê kirin. Divê teqez bên berdan û li derve di nava şert û mercên baş de bên dermankirin. Divê bi lezgîn 108 girtiyên nexweş serbest bên berdan û bên dermankirin."
'NÊZÎKATIYA HIKÛMETÊ HÊVIYAN DIŞKÎNE'
Bîlîcî, li hemberî helwesta hikûmetê û Wezareta Dadê bertekên xwe anîn ziman û diyar kir ku rayedar li hemberî rewşa girtiyên nexweş pir sersar tev digerin û wiha got:
"Hikûmetê di meha çile de zagona hêjmar 6411'an derxist. Bi vê zagonê îdîa kir ku dê pirsgirêk çareser bibe. Me hêvî dikir ku bi van zagonan girtiyên nexweş serbest bên berdan. Lê hikûmetê hevî û bendewariyên me şkandin.
Herî dawî di 8'ê sibatê de girtiyê nexweşê kezebê Şahabettin Yucel û di 21'ê Adarê de Haci Nasir ku nexweşê qirikê bû li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan. Em dîsa bang li Wezareta Dadê û hemû rayedaran dikin û dixwazin li hemberî vê yekê bi hestyar tev bigerin. Niha jî rewşa Umît Aydin pir xeter e û dibe ku her wext jiyana xwe ji dest bide."