Balafirên şer ên Rûs li petrola DAIŞ’ê dan
Wezîrê Parastinê yê Rûsya General Îgor Konaşenkov da xuyakirin ku di pênc rojên dawî de ji hezarî zêdetir tankerên petrol dibirin fabrîkayên di kontrola DAIŞ’ê ji aliyê balafirên Rûs ve hatin îmhakirin.

Wezîrê Parastinê yê Rûsya General Îgor Konaşenkov da xuyakirin ku di pênc rojên dawî ji hezarî zêdetir tankerên petrol dibirin fabrîkayên di kontrola DAIŞ’ê ji aliyê balafirên Rûs ve hatin îmhakirin.
"DI PÊNC ROJAN DE JI HEZARÎ ZÊDETIR TANKERÊN PETROLÊ HATIN ÎMHAKIRIN"
Wezîrê Parastinê diyar kir ku li nêzî bajarê Reqa du konvoyên kamyonan ên petrol dibirin rafîneriyên di kontrola DAIŞ’ê hatin tespîtkirin. Hate ragihandin ku tenê li hember vê konvoyê di encama êrîşên balafirên şer ên Rûs de herî kêm 80 kamyon hatin îmhakirin.
Wezîrê Parastinê yê Rûs destnîşan kir ku di pênc rojên dawî de hejmara tankerên petrolê yên hatine îmhakirin li ser hezarî ne. Îgor Konaşenkov got ku di van du rojên dawî de balafirên şer ên Rûs 141 sortî kirine û 472 hedef îmha kirine.
Konaşenkov da xuyakirin ku ev operasyon li Heleb, Şam, Îdlîb, Lazkiye, Reqa, Hama, Hûmûz û Deyrz Ez Zûr pêk hatin.