Balafirên koalîsyonê rojhilat û başûrê Kobanê bombebaran kirin

Balafirên koalîsyonê rojhilat û başûrê Kobanê bombebaran kirin

Balafirên şer ên koalîsyona li dijî DAIŞ’ê, rojhilat û başûrê Kobanê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, balafirên şer saet di navbera 01.30 û 03.30’an de 5 caran aliyê rojhilat û başûrê Kobanê ku şer û pevçûnên di navbera şervanên YPG’ê û çeteyan de bi dijwarî dom dikin, bombebaran kirin.

Der barê encamên bombebaranê de agahî nehatin bidestxistin. 

Li aliyê din şer û pevçûnên di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de jî li aliyê başûr, rojhilat û derdora girê Miştenûr bi dijwarî didome.