Balafirên koalîsyonê li hedefên DAIŞ’ê yên li Kobanê xist

Balafirên koalîsyonê li hedefên DAIŞ’ê yên li Kobanê xist

Hat ragihandin ku balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin, hedefên DAIŞ’ê yên li derdora Kobanê bombebaran kirin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê ku dispêre çavkaniyên herêmî, balefirên şer saet di 21.30’an de derdora bajarê Kobanê bombebaran kirin. Hate diyarkirin ku du cih hatine bombebarankirin û bombebaran ji aliyê Pirsûsê hatiye dîtin. Hat ragihandin ku li yek cihên hatine bombebarankirin, teqîn pêk tên.