Balafiran Şêxmeqsûdê bombebaran kir: 5 mirî, bi dehan birîndar

Balafiran Şêxmeqsûdê bombebaran kir: 5 mirî, bi dehan birîndar

Hate ragihandin ku hêzên rejîma Baasê ku ev 8 roje li dijî Taxa Şêxmeqsud êrîşan pêk tînin, vê carê bi balefirên şer Taxa Şêxmeqsud Rojava bombebaran kir. Di encama bombebaranê de yek ji wan zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest da û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine bidestxistin, balefirên şer ên rejîma Sûriyeyê saet di di 11.00’an de herêma Sekin Şebabî ya dikeve rojavayê Taxa Şêxmeqsud bombebaran kirin.

Di bombebarana ku 2 caran pêk hat de, yek ji wan zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku bedena zarokê jiyana xwe ji dest daye perçe bûye, 2 cenaze jî, ji ber ku şewitîne nehatine nasîn. Her wiha gelek sewal telef bûne û zirarek mezin a madî pêk hat.

Birîndar rakirin nexweşxaneyek gerok a ku nû li taxê hate çêkirin. Hinek birîndar jî birin bajarê Efrînê. Navên welatiyên jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûne nehatin hînbûn.

Artêşa rejîma Beşar Esad ji 29’ê adarê ve taxa Kurdan bombebarn dike. Heta niha derdora 30 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di encama çalakiyên bersivdanê yên YPG’ê de derdora 40 leşkreên rejîma Sûriyeyê hatin kuştin.

SEDHEZAR KES KOÇBER BÛN

Fermandarê Giştî yê YPG’ê Sîpan Hemo di hevpeyvînek ku dabû ANF’ê de derbarê pevçûnên li Şêxmeqsûdê de wiha gotibû: “Pevçûn di navbera ereban de dest pê kir. Dewletê ev kir hincet û êrîşê taxên kurd kir. Ev êrîş jî bûn sedema koçberî û mirinan. Li her cihekî ku dewlet êrîş dike, komên çekdar ava dibe, ev li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê jî çêbû. Li her du taxan her çiqas bi giranî kurd hebin jî eşîrên ereb jî hene. Di encama van êrîşan de çekên xwe girtin û li dijî dewletê şer kirin. Ji derveyê kontorla me hinek malbatên kurd jî tevli van pevçûnan bû û xwe parastin.”

Hemo di hevpeyvîna ku 4’ê nîsanê hatibû weşandinde got: “Di şerê çend rojan de nêzî sedhezar kesî koçî Efrîn û Kobanê kir. Gelê me yên Efrîn û Kobanî divê welatiyên xwe bi hestên germ û welatparêziyê pêşwazî bike. Divê hemû sazî û lijneyên kurd ji bo gelê me seferber be.”