Bagdû ji aliyê kesên rûpêçandî yên li ser motorsîkletê ve hat qetilkirin
Bagdû ji aliyê kesên rûpêçandî yên li ser motorsîkletê ve hat qetilkirin
Bagdû ji aliyê kesên rûpêçandî yên li ser motorsîkletê ve hat qetilkirin
Kedkarê çapemeniya Kurd Kadrî Bagdû, ji aliyê du kesên rûpêçandî û kask di serî de, ku li ser motorsîkleta bi marka Yamaha bûn, hat qetilkirin.
Zarokê 13 salî yê şahidî ji qetilkirina rojnamevanê Kurd Kadrî Bagdû kir, îfade da polîsan. Li gorî vê yekê, du kesên rûpêçandî, kask li serî û li ser motorsîkleteke bi rengê sor, Bagdû qetil kirin.
Kedkarê 17 salan ê rojnameya Azadiya Welat Kadrî Bagdû, li Semta Şakîrpaşa ya Navçeya Edene Seyhanê, dema rojname belav dikir, di encama êrîşeke çekdarî de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî rapora otopsî ya Saziya Tipa Edlî, 5 fîşek li bedena Bagdû ketin.
Fîşekên ji bedena Bagdû hatin derxistin radestî Dozgeriya Edeneyê hatin kirin. Li gorî lêkolîna destpêkê fîşek ji çekeke 7.65 mîlîmetreyî derketine.
Şahidê bûyerê zarokê 13 salî li Midûriyeta Emniyetê ya Edeneyê îfade da. Zarok şahid got, "Du kesên rûyê wan pêçandî bûn, kask li serê wan bûn û li ser motorsîkleteke bi rengê sor bûn, cînayet kirine."