Bagdasarov: Pêwîst e Rûsya pir bi tundî bersivê bide Tirkiyeyê
Semîon Bagdasarov, têkildarî pêşeroja pêwendiyên Rûsya û Tirkiyeyê yên piştî xistina balafira şer a Rûs û helwesta wê Moskowa nîşan bide ji ANF’ê nirxand.
Semîon Bagdasarov, têkildarî pêşeroja pêwendiyên Rûsya û Tirkiyeyê yên piştî xistina balafira şer a Rûs û helwesta wê Moskowa nîşan bide ji ANF’ê nirxand.
Piştî daxuyaniya Kremlîn a “Destekvanên DAIŞ’ê ji paş ve em kêrkirin”, tê meraqkirin bê wê pêwendiyên Rûsya-Tirkiyeyê bikevin rewşeke çawa. Semîon Bagdasarov ê mijar nirxand got: “Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan rûyê xwe yê rast nîşanî Rûsya da.”
Midûrê Giştî yê Navenda Lêkolînê ya Welatên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn, endamê Komîteya Karên Derve ya Konseya Dûma û parlamenterê berê yê Partiya Rûsyaya bi Edalet Semîon Bagdasarov, têkildarî pêşeroja pêwendiyên Rûsya û Tirkiyeyê yên piştî xistina balafira şer a Rûs û helwesta wê Moskowa nîşan bide ji ANF’ê nirxand.
BAGDASAROV: EM ÇIQASÎ BI TUNDÎ BERSIV BIDIN WÊ EWQASÎ BAŞ BE
Nirxandina Semîon Bagdasarov a têkildarî mijarê wiha ye;
Ji bo min xisûsa zelal ev e; Moskowa wê dawî li operasyonên xwe yên li Sûriyeyê neyne û heta wê vê jî bi zêdekirina fuzeyên menzîl dirêj pêk bîne. Rewşa li Sûriyeyê pir tevlihev bûye. Tirkiye niha Rûsyayê bi bombekirina axên Tirkmenên Sûriyeyê sûcdar dike. Lê ti delîleke îqnaker jî nîşan nade. Li beramberî xistina balafira şer SU-24 a Rûs pêwîst e Rûsya bersiveke hê xurtir bide ku jixwe ev balafir ji aliyê Tirkiyeyê ve li nav axên Sûriyeyê hat xistin. Bê biryarî wê zerara mezin bide. Pêwîst e li hember vê êrîşê bersiva me pir tund be, heta bêrehm be. Eger bersiv neyê dayîn, wê bûyerên wiha bidomin. Divê em dawî li bêbiryariyê bînin. Di şert û mercên şer de mirov pir bi biryar û tund tevdigere. Tirkiye dixwaze şerê li hember DAIŞ’ê yê li Sûriyeyê pir demdirêj bimeşe. Ev li gor berjewendiyên wî ne. Ev şer wê tevahî welatên herêmê zeîf bixe, dereng an jî zû wê Tirkiye jî dest bi operasyonek bejahî bike û çi axê bixin destê xwe jî wê têxin bin kontrola xwe. Di şerê Sûriye de, Erdogan naxwaze hêzên hewayî yên Rûs serketî bin.
DIVÊ RÛSYA YEKSER PIŞTGIRIYA KURDAN BIKE
Ma êdî dema wê nehatiye em balê bikşînin ser têkoşîna gelê Kurd a bi lehengtî dimeşîne? Ji bo Tirkiyeyê dijminekî ji DAIŞ’ê xetertir heye, ev jî Kurd in. Pêwîst e em vê bibêjin, nuqteya herî zeîf a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e. Ji ber vê jî divê Rûsya yekser piştgiriya Kurdên li Sûriye û Tirkiyeyê bike. Kurd şervanên pir wêrek in û niha pêwîst e Rûsya çekên nûjen bide wan. Ji bo vê jî mafê Kurdan heye.
Ji bilî vê jî divê hin tedbîrên komple bên standin. Pêwîst e li hember Tirkiyeyê şertên vîzeyê hişk bike, hevkariya aborî bisekinîne. Wezareta Karên Dervê der barê betlaneya Tirkiyeyê de divê welatiyan îqna bike, bê ev çiqasî bi xeter e bide fêmkirin. Û di mijara tûrên seyahata Tirkiyeyê de divê şîrketên tûrizmê bên hişyarkirin û hişyarî bê kirin ku eger wer nekin wê hin pêkanîn li hember wan bikevin meriyetê. Ji bo desthilatiya Tirkiyeyê ya niha, hevrikê herî mezin Kurd û rejîma Şamê ye. Jixwe mudaxeleya Rûsya cihê van hêzan bi awayekî objektîf xurt dike.
ERDOGAN RÛYÊ XWE YÊ RAST NÎŞANÎ RÛSYA DA
Ji ber vê jî ji bo Rûsya li Sûriye têk biçe, çi ji destê wê were wê Tirkiye pêk bîne. Tirkan xeta xwe ya sor derbas kirin û maskeyên wan ketin. Erdogan rûyê xwe yê rast ê li hember Rûsya nîşan da.