Babekîra YNK'yî: Xeterî li hemberî hemû Kurdan e
Babekîra YNK'yî: Xeterî li hemberî hemû Kurdan e
Babekîra YNK'yî: Xeterî li hemberî hemû Kurdan e
Rêvebera YNK'ê Perwîn Babakîr destnîşan kir ku xeteriya Kobanê pê re rû bi rû ye, ji bo tevahiya Kurdan derbasdar e.
Ji payebilindên YNK'ê Perwîn Babekîr a roja Sêşemê tevlî meşa xwedîderketina Kobanê ya li Silêmanî bû, bang li hemû Kurdan kir ku xwedî li Kobanê derkeve.
Perwîn Babekîr got, "Xeteriya li ser Kobanê li hemberî Rojava ye. Li hemberî Kerkûkê ye. Li hemberî tevahiya Kurdan e. Lewma divê Kurd xwedî li Kobanê derkeve. Ev rewşa berxwedanê mîna Lenîngrad a di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de ye. Ku Lenîngradê di şoreşê de roleke mezin lîst. Em jî mîna wê demê, divê giraniya xwe bidin têkoşînê. Di asta navneteweyî de divê em bala parêzvanên mafên mirovan bikşînin. Divê em xwedî li Kobanê derkevin, wê rizgar bikin."