Ayhan: Hukûmet dixwaze li ser Kobaniyan krîzê derxe
Ayhan: Hukûmet dixwaze li ser Kobaniyan krîzê derxe
Ayhan: Hukûmet dixwaze li ser Kobaniyan krîzê derxe
Piştî çeteyan xwestin bikevin Kobanê 274 welatiyên ku ji bajar hatin tehliyekirin hê jî bêyî prosedurekê tên ragirtin û Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê ji bo sivîl bên berdan di nava hewldanan de ye diyar kir ku hukûmet dixwaze li ser welatiyên Kobanê krîzê derxîne.
Li Kobanê piştî ku di 5’ê Cotmehê de şerê kolanan destpê kir 274 welatiyên ji Kobanê hatin tehliyekirin û di nav de jin, zarok, bijîşk, rojnameger, kal û pîr hene bêyî prosedurek bê pêkanîn li Salona Sporê ya Pirsûsê tên ragirtin. Parlamenterê HDP’ê ya Rihayê Îbrahîm Ayhan ê ji bo serbestberdana welatiya di nava hewldanan de ye diyar kir ku rayedarên hikûmetê ku hevdîtin pêk anîne rêbaza mijûlkirinê pêk tîne û dixwazin pirsgirêkê bikin krîz. Ayhan destnîşan kir ku rayedarên hikûmetê li gel ku bersivên erênî didin lê gav nayên avêtin û wiha axivî: “Tu prosedurek nayê bikaranîn. Yên hatine ragirtin rastî nêzîkatiyên sûcdar tên. Di bin şert û mercên dijwar de tên girtin. Rayedar bi gotina wê îro sibehê bên berdan me mijûl dikin.”
Ayhan destnîşan kir ku kesên ji ber şer direvin rastî trajediyê tên û ev tişt anî ziman: “Di her firsendê de hukûmet îdîa dike ku alîkariyê didin welatiyên Kobanê zilmê li wan dike. Dema ku 5’ê Cotmehê de sivîl hatin tehliyekirin ez jî li wir bûm. Gotin wê hema berdin lê ev hefteyeke tên ragirtin. Ciheke ku ev biçin nîn e. Lê li gel vê yekê jî rastî vê nêzîkatiyê tên. Rayedar dixwazin li ser welatiyên Kobanê krîzê derxînin.”