Ayhan: Divê teqez 261 kes bên berdan
Ayhan: Divê teqez 261 kes bên berdan
Ayhan: Divê teqez 261 kes bên berdan
Piştî li Pirsûsê bi rojane Kobaniyên rehîn tên girtin nehatin berdan, çalakiyên şermezarkirinê destpê kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Riha Îbrahîm Ayhan ê li rex rehîneyan e xwest teqez 261 kes serbest bên berdan.
Li ser dijwarbûna şer û pevçûnan li Kobanê 261 Kobaniyên di nava wan de zarok, jinên du canî, îxtiyar û rojnamevan jî hene dema 5’ê Cotmehê di Deriye Sînor ê Murşîtpinar re derbasî Riha bûn hîna jî nehatine serbestberdan.
Kobaniyan li ser vê yekê li Salona Sporê ya Pirsûsê ku tên ragirtin dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Kobaniyên dirûşm gotin, xwestin teqez bên berdan.
Parlamenterê HDP’ê yê Riha Îbrahîm Ayhan ê çû salonê, diyar kir nêzîkatiyên li hemberî Kobaniyan derveyî însaniyetiyê ne û wiha got: “Mirovên ji qada şer hatine, bi rojan di nav şert û mercên derveyî însaniyetê de hiştin tê wateya hovîtiyeke din a duyemîn. Divê teqez bên berdan.”