Awûstûryayê bal kişand ser rîska êrîşa li dijî paytextên Ewropayê

Wezareta Karên Derve ya Awûstûryaye da xuyakirin, ku ji ber xeteriya êrîşa terorê ya ber bi sersalê ve li welatên Ewropayê bê kirin, tedbîrên ewlekariyê hatine zêdekirin.

Wezareta Karên Derve ya Awûstûryaye da xuyakirin, ku ji ber xeteriya êrîşa terorê ya ber bi sersalê ve li welatên Ewropayê bê kirin, tedbîrên ewlekariyê hatine zêdekirin. Bi vê armancê li qadên girseyî û derdora saziyan, tedbîrên tund ên ewlekariyê hatin girtin.

Hişyariya ku bû sedem polîsên Awûstûryayê tedbîrên ewlekariyê zêde bike, tê gotin ku çend roj beriya Noelê ji aliyê îstîxbarata 'welatekî dost' ve ji gelek paytextên Ewropayê re hatiye şandin. Di hişyariyê de tê gotin ku di navbera Noel û Sersalê de li qadên girseyî rîska êrîşa bi madeyên teqemeniyê heye.

Tê gotin, ku rîska êrîşa terorîstî, tevî Awûstûryayê li Elmanyayê jî bilind e.

Di çarçoveya îstîxbarata êrîşê ya li hemberî paytextên Ewropayê de, ku ji aliyê îstîxbarata welatekî navê wê nehat aşkerekirin ve hat dayîn, hin nav jî hatin ragihandin. Bi taybetî li Awûstûryayê li ser van şexsan lêkolîn hatine kirin û hînê ti planeke êrîşê nehatiye peydakirin.

Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê di 13'ê Mijdarê de li Parîsê 130 kes qetil kirin, derketibû holê ku gelek çeteyên pêwendiya xwe bi êrîşê re hene, derbasî Awûstûrya bûne. Ji vê êrîşê û vir ve, li welatên Ewropayê tedbîrên ewlekariyê derketine asta herî bilind.